Idrîs HENAN
Dîrokê aşkartiye ku ti alî nikare bi rêbaza dek û dolaban qezencên mayînde bi dest bixe. Dibe ku di gelek cihan de weke serkeftî xuya bike, lê di cewher de, şikestina herî rezîlane ye. Rêbazên me li jor qalê kiriye, ancax karibin hewayê biçinin. Têkîliya dualîteya qezenc û fêlbaziyê fena dostaniya mirîşk û guran e. Ti carana şênber nabe. Ev jî zagonekî ajoyan a di encama hişmendiya desthilat a ku pala xwe dide hêzê de hatiye afirandin. Dîrokê ew jî gotiye; rêbazên desthilatdariyê bi têkçûna wê re têk diçin. Ango çiqasî desthilatdarî mayînde be, ew jî mayînde ne. Berovajî wê jî rast e.
Li saheya Sûriyê demek dirêj e hêzên mudexeleker û alavên modernîteyê di nav peymanên guherîner û lihevhatinên bineherifî de ne. Di encamê de welatê Sûriyê ji sedî 80 kavil bû û rêjeya zêde ji gelên Sûriyeyê him penaber û him jî hatin kuştin. Evya ji bilî astengdar û wendayiyan e. Tevî ku qeyran bi destê van hêzan û dûvikên serdest ên Rojhilata Navîn hatiye xuliqandin, ta niha jî xwe weke xilaskerên Sûriyeyê nîşan didin! Gelo ev ne kena bi roj be, mirov dikare ji kirêtbûnê wêdetir çi navekî din lê bike?
Li gorî agahî û pêşketinên li ser qada Sûriyê, xuya dibe wê hîna rewşa vî welatî rastî gelek itîfaqên hê zêd xapîner were. Hevrikiya li ser jêderên enerjiyê û bi taybet gaza xwezayî û rêbazên firotina wê bi avakirina xeta Gaz Streem ya deryayî re li Tirkiyê, kûrtir bû. Rûsya bi itîfaqa bi Tirkiyê re li Sûriyê dixwaze mudexeleyî ewlehiya enerjiya Ewrûpayê bike û kirîzên xwe yên hundirîn bi riya vê xetê veguhezîne deverên dîtir ên dunyayê. Tirkiyê jî ji bona statuya xwe ya misyoner biparêze, hewl dide bi hemû rêbazên çetetiyê kirîza xwe ya hundirîn bi desteka Rûsyayê derbas bike. Tabloya 2016an a qaşo darbeyê û desteka Rûsya ya berbiçav di vê derbarê de mînaka domdar e. Bê guman pevguhertina herêmên Sûriyê û rêdana ji dagirkirina Tirkiyê ji axa Sûriyê re, serpêhatiyên zindî ên di encama vê têkîliya berjewendîparêz de ne.
Bi kirîza nû ya Rojhilata Navîn re xuya dibe alozî xwedî taybetmendiyeke wisa ye ku hêzên heyî dikarin parçe-parçe peyman û itîfaqên demkî muhir bikin. Dikare aliyek nola rejîma Tirkiyê di navbera du dijberên berjewendiyan (Amerîka- Rûsya) de sûdê werbigire û li gorî xwe bilîze. Lê pirsa bingehîn ew e; dema ku wext were êdî hêz aliyên xwe diyar bikin, wê kîjan alî ji rolekî misyoner wêdetir rol bide rejîma Tirkiyê? Diyar e wê di encamê de Tirkiyê hemû mewziyên xwe li Sûriyê ji dest bide. Dikare bê pêşdîtin ku dagirkirina Efrînê ku bi xwe re itîfaqa Idlib anî, qonxa yekemîn a serberjêriya azweriyên Tirkiyê li Sûriyê bû. Hemleyên ku niha li tevahî herêmên bakurê Sûriyê di bin navê gendeliyê de dide meşandin, di rastiya xwe de şertekî itîfaqa Idlibê ye. Di nepeniya itîfaqê de ji Tirkiyê tê xwestin ku hemû komên çekdar ên li ser axa Sûriyê ji nav bibe, bihelîne û herêman jî radestî rejîmê bike. Ji ber vê jî bi rêbazên hîle, dek û dolaban vê rûreşiya xwe li hemberî gelên Sûriyê vedişêre. Lê çawa me li jor gotiye, wê têkîliya Tirkiyê û Rûsyayê, Tirkiyê û Amerîka fena ya mirîşk û guran domdar nebe. Di dawiyê de wê gur mirîşka bi navê AKP bixwe.






