Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kîn û Buxd

24/11/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Narînê/Bîkanê
Share on FacebookShare on Twitter

Sîpan ŞÎNDA

Beriya du heftiya me qala hezkirinê û girîngiya wê ya ji bo giyanê mirovî kiribû. Emê îro behsa kîn û buxdê bikin. Ka kîn çi ye û buxd çi ye? Herdû tên wateyekê yan na? Çi ferq di nava wan de heye? Çi kar û xwisara wan ji bo giyanê mirovî heye? Di Kurdî de bi pirranî ev herdû peyv bi hevre tên şixwilandin. Weke biwêjekê xwiya dike, lêbelê ne biwêje. Buxd: Heznekirina tiştinan, yan ji kesinan; hewandina hestên xirab li hemberî tişt yan ji kesan. Kîn: Buxda kû li hemberî hinan dikeve di nava dilê mirovî de û di nava demê de her stûr bibe û bixwaze xwisarê bide yê li hemberî xwe.
Gelo kîn û buxd hestekî çawe ye? Ev hest ji bo mirovan tiştekî xweza ye yan na? Kîn û buxd çawe dikeve di nava dil, giyanê mirovî de? Mirov di zarokiya xwe de gelik caran bi hevalên xwe re digire şer, ji hevdû eciz dibe, xebera dike hevdû. Lêbelê ji bo zarokan ew sehte, ew bêhne. Piştî niv seetê, seetekê hecgo tiştek nebî, dîsa têne cem hevdû û bi hevre dilîzin. Ji ber kû çi kîn û buxd di zigê wan de nîne. Ew mirovên herî saf û dil paqijin. Di nava jiyanê de, ji ber bûyer û kiryarên tên sere mirovî, kîn û buxd dikeve zigê mirovî de. Raste, hinek kes ji hinan pitir tiştan di dilê xwe de digirin. Ev hinekê girêdayî kesayetiya mirovî ye ji. Lêbelê tiştên kû têne sere mirovî, di nava demê de gelik caran jiyanê ji li ber çavên mirovî reş dike! Gelik caran mirov ji hinan dibihîse dibêje “filankes li ber çavê min reş bûye”. Eva henê, ji ber bûyerên di nava wan kesan de qewimîne çêbûye.
Dema buxd dikeve di nava dilê mirovî de rayê jiyanê ji hêdî hêdî di nava dilê mirovî de hişk dike. Dilopên ji avê kaniyên zelal diherike li ser giyanê mirovî û rayên dilê mirovî geş dike, yek bi yek zuha dike. Her tiştî di dilê mirovî de reş dike, mejiyê mirovî tarî dike, giyanê mirovî dikuje, jiyanê li mirovî teng dike. Dema buxd vediguhere kînê, mirovî ji jiyanê qut dike. Hestên hezkirinê ji nava dilê mirovî qut dike. Tenê hêrseka reş dikeve di nava dilê mirovî de. Kîn hesteke ewqas xirabe, dema dikeve di nava dilê mirovî de, tenê dixwaze zererê bide! Mirovî li hemberî jiyanê, çav sor dike. Hestên xwezayî, ango hestên zarokî ji nava dilê mirovî dikuje. Mirovê kîndar be, her tim li bendê ye kû derîveyekê bibîne kû wê kîna di dilê xwe de li hemberî yê pêjberî xwe verêje. Ya rast ev ji qelsî ye. Mirovên herî zêde kîn û buxdê digirin, mirovên di nava jiyanê de herî zêde qelsin.
Dema kîn û buxd dikeve di nava dilê mirovî de, çavên mirovî tarî be, êdî mirov çi tam û xweşiyê ji jiyanê ji nabîne. Ew mirov her tim bê hizûrin. Her tim di nava xofê de ne. Ew bi wê kîn û buxda di dilê xwe de roj bi roj xwe dikujin, lê haya wan ji wan nîne. Ewan birîneka kûr di nava dil û giyanê xwe de vekirîne. Ew kîn û buxda li hemberî hinan dikeve di nava dilê mirovî de, piştî demekê êdî li xwediyê xwe dizivire. Weke kurmekî dikeve hundirê mirovî û tenê xwisarê dide xweyê xwe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.