HPG’ê diyar kir, li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê di çalakiyeke gerîla de leşkerekî Tirk hatiye kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “22’ê Mijdarê saet 14:40’î hêzên me li herêma Evdilkofî ya Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Elî Dirêj çalakiya sekvaniyê pêk anîn. Di encamê de leşkerekî dijmin hate kuştin.”