Mihemed SEYDÎ
Li Efrînê rewşa dagirkeriyê didome û hîne jî li ber çavê Cîhanê rojane kuştin, revandin, talanî û wêranî pêk tê.
Axa Sûriyê hatiye dagirkririn. Çete li wir hatine komkirin û hewldana avakirina artêşa çeteyan bi navê artêşa niştîmanî hîne didomin. Bi sedan sûcên şer û dij mirovî li herêmên hatine dagirkirin û bi taybet jî li Efrînê pêk hatine û hîne jî pêk tên. Ev sûc hemû bi fermana dewleta Tirk û bi destê çeteyên wan ên bi navên cûda pêk hatin û tên..
Behse mafên mirovan û pîvanan tê kirin lê di rewşa li Efrînê de ne pîvan li holê man û ne jî wijdana ku gelek sazî û rêxistinên mafên mirovan ên navnetwî ji xwe re dikin nasname li orêt man û rûyê wan ê rast eşkere bû..
Em werin li ser rewşa dagirkeriye li nava Efrînê ku çend roj berê ku navê koma Ehrar el Şerqiya kete rojevê. Û gelek nûçe li ser hatin çêkirin ku çete bi hev ketine û hevdû tune dikin. Ev tişta ku li wir qewimî tiştekî dihat texmînkirin û hîne jî wê aloziyên çêkirî ên bi vî awayî di bin navên “operasyona li dijî fesadê” li wan werin kirin bidomin . Ev rewş ne tiştekî wiha ji xwe ber hatiye, ew bi destê dewleta Tirk tê kirin û pîlana wê jî hatiye danîn.
Tê bîra me ku dema Efrîn hate dagirkirin û çete roja destpêkê ketin nava bajarê Efrînê çi anîn serê bajar. Dikan dizîn û mal talankirin. Rewşekî wiha ti caran di nava aloziya Sûriyê ya 7 salan nehatibû dîtin.talaniya ku caran di şeran de nehatiye dîtin hate kirin. Hemû talaniya ku hate kirin jî bi foto û dîmen hate parvekirin. Wê demê jî 2 tişt ji wan dîmenan dihatin fêmkirin û rûyê reş ê cihanê jî raxist ber çavan. Yek ew bû ku soza bi wan çeteyan re hatiye dayîn ew e ku dema Efrînê dagirbikin serbestin ku hemû tiştên li wir ji bo xwe bibin û bidizin ji ber ku ew ê dem dirêj li wir nemînin. Ya din jî ku niha êdî eşkere dibe, dixwazin hemû dizî û sûcên şer ên li Efrînê pêk anîn bi van çeteyan xwe bidin paqijkirin.
Niha destpêkirin û hewldaneke bi vî rengî dikin. Dewleta Tirk dixwaze bi van hewldanên xwe yên vê dawiyê li Efrînê dîsa raya giştî bixapîne. Ew qaşo li dijî fesadê operasyon dane destpêkirin û hêjmarekê ji van çeteyan jî bikuje. hêjmarek leşkerên xwe jî bide kuştin û bibêje ew di operasyona li dijî fesadê de hatin kuştin û bi vî rengî xwe qehreman û li dij fesadê bidin diyarkirin..
Dibêjin li dijî fesadê, ê gelo ma cihekî van çeteyan û dewleta Tirk a digirker saxlem û paqij maye ku ew vî navî bi kar tînin.Fesad û xerabî di sêrî de artêşa Tirk a digirker e û cersûmên (çete) ku ji wan çêbûne pê ve kes tune. Ger operasyoneke paqijkirinê li dijî fesadê were destpêkirin divê ew jî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk be. ji ber ku devera herî paji li herêmê Efrîn bû.
Lê niha dagirkiriye.






