Mihemed ŞAHÎN
Ji bo pêkhatina pergalê serok dewletiyê Erdogan soza demokrasî û azadiyê dabû gel.
Ji kevnariya dîroka Yewnan dest pê dike hetanî îro ji bo têgeha demokrasiyê cûrbecûr pênase hatin kirin. Ji van pênaseyan ya herî girîng yek “xwe rêvebrin be” ya din jî “azadiya pirs pirsînê ye”. Hemû hemwelatî dikarin li her derî fikr û ramanên xwe bêtirs, bêfikar bînin ziman û her cure pirsên xwe jî bipirsin.
Dibe fikir û ramanên we şaş bin, dibe pirsên we ne rast û ne di cihde bin, dibe hin kes ji pirsên we aciz jî bibin û pirsên we li xweşa hinekan neçin. Di pergalê demokrasiyê de ya girîng ewe ku fikr û ramanên we şaş bin jî hûn karibin vêbêjin, pirsên we ne rast û ne di cihde bin jî hûn karibin bipirsin. Mînak; Di pergalê demokrasiyê de dibe kû hûn li gorî şîroveya xwe ji kesekî re bibêjin “dîkator”. Ev mafê weyê herî rewa ye. Di be ew kes ne dîkator be, dibe ew kes ji şîrove û pirsên we aciz jî bibe. Ev tişteke normale. Lê heke piştî ku we ji kesekî re got “dîkator” pergalê dadmendiyê, dozger û dadger jibo cezakirinê ketin nav hewldanan ev ne normale. Ew dibe nîşaneya tunebûna demokrasiyê.
Dozger û dadger bi hewla cezakirinê vê peyamê didin hemwelatiyan “rast bi aixive û pirsên rast bipirse”. Ew “rastî” jî hişmendiya dîkatore. Dibêjin weke dîkator bifikire û weke dîkator biaxive. Fikr, raman û hişmendiya hemwelatiyan êdî bêwateye. Heke hûn biaxivin hewceye hûn ne li gorî rastiya xwe li gorî rastiya dîkator biaxivin, û pirsên ku li xweşa dîktator herin bipirsin.
Bêguman di pergalê demokrasiyê de pergalê dadmendiyê nekare ji hemwelatiyê xwe re bibêje rast biaxive û pirsên rast bipirse. Ne pergala dadmendiyê ne jî hêzeke din nekare rast axaftinê li ser hemwelatiyan bide ferzkirin. Pergalê ku damendiya wê mudaxaleya axaftina hemewelatiyan bike, mudaxaleya pirsên hemwelatiyan bike, mudaxaleya jiyana hemwelatiyan bike navê wê pergalê nabe demokrasî, dibe dîkatorî. Di pergala demokrasiyê de hemwelatî dikarin ji dîktator re bibêjin dîktator lê di pergala dîkatorî de hemwelatî nekarin ji dîkatotor bibêjin dîkator.
Di pergalê Erdogan de kes nekare ji Erdogan re bibêje “dîkator”, kes nekare rexne li Erdogan û hikûmeta wî û li saziyên dewletê bike, kes nekare pirsên ku li xweşa Erdogan neçin ji Erdogan bipirse, kes nekare nerêtî û bêedaletiyan vebêje. Kî ji Erdogan re bibêje “dîktator”, kî rexne bike, kî pirsên “nexweş” jê bipirse, kî nêrêtî û bêedaltiyan vebêje roja duyemîn li pêşberê dozgere.
Jiber van sedemane roj tuneye ku li Tirkiyê operasyonên medya civakê pêk neyên, roj tuneye ku dozên hekaretê venebin, roj tuneye ku li dijber muxalîfan operasyonên qirkirina siyasî pêk neyên, roj tuneye ku rojnameger ji ber nûçe û pirsên xwe bi tundî û çezayan re rû bi rû nemînin.
Ji ber hekaretên li serokomar hêjmara dozan ji 12 hezarî bihuriye. Bi hêjmara 172 rojnamegerên girtî dewleta Tirk di cîhanê de yekemîne. Di serdema hikûmeta AKP’ê de hêjmara girtiyan ji 59 hezarî gihiştiye 260 hezarî zêdetir. Bi kurtayî li Tirkiyê kêmzêde rojê de 109 kes tên girtin.
Di rewşeke wisa de kî dikare qala hebûna demokrasiyê bike, kî dikare qala azadiyan bike, kî dikare qala mafên mirov û mafên hemwelatiyan bike, kî dikare qala heq, hiqûq û edaletê bike.
Gav bi gav demokrasî tê tasfiyekirin, gav bi gav azadî tê tinekirin, gav bi gav civak tê çewisandin û teslîm girtin, gav bi gav pergala desthilatdariya yek kesî ya ku berbi dîkatorîyê ve diçe tê avakirin.
Û mixabin di tasfiyekirina demokrasî û avakirina desthilatdariya yek kesî de rola sereke dadmendiyê girtiye ser xwe. Dadmendî di destê Erdogan de bûye şûrê demokles yê li ser stûyê hemwelatiyan.
Hemû pirtûkên dîrokê dibêjin şewata Reichstagê (Meclîsê) ya 1933’an Hîtler bixwe pêkanî û bi hinceta wê şewatê dawî li demokrasiya Elmanya anî. Gelo çend sal şûn de wê pirtûkên dîrokê ji bo hewla darbeya 15’tîrmeha 2016’an û li ser hinceta wê derbeyê tunekirina kêmdemokrasiya Tirkiyê çi bibêjin?






