Farûk SAKIK
Rêber Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navdewletî radestî Tirkiyeyê hate kirin.
Herî dawî di 27’ê Tîrmeha 2011’an de parêzeran bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn.
Heyeta Îmraliyê jî herî dawî di 5’ê Nîsana 2015’an de çû serdana Îmraliyê.
Birayê wî Mehmet Ocalan jî di 11’ê Îlona 2016’an de li girava Îmraliyê hevdîtinek herî dawî pêk anî.
Ji 11’ê Îlona 2016’an ve bi Îmraliyê re tu têkiliyeke nivîskî, devkî yan jî fizîkî pêk nehat. Ev yek hem di hiqûqa hundirîn de û di hiqûqa navneteweyî de dihat wateya tecrîda mutleq.
Lê pergala tecrîdê ya Îmraliyê dîrekt bi çareseriya pirsgirêka Kurd re têkildar bû. Tu aliyekî xwe yê hiqûqî tune bû ku bi Îmraliyê re temasa fizîkî were qutkirin. Hem di hiqûqa hundirîn, hem jî di hiqûqa navneteweyî de ev rewşa heyî ku ji Ocalan tu agahî nayên wergirtin dihat wateya li Îmraliyê tecrîda mutleq.
Beriya Tîrmeha 2016’an bi hincetên wekî “rewşa hewa” û “koster xirabe ye” hevdîtin dihatin astengkirin. Piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê û dûre îlankirina rewşa awarte (OHAL) li Îmraliyê pergala tecrîdê kete rewşeke nû.
Di 20’ê Tîrmehê de rewşa awarte hate îlankririn lê belê beriya ku biryara wê di rojnameya fermî de were ragihandin, Dadgeriya Înfazê ya Bursayê di 21’ê Tîrmehê de biryarek da û her cure ziyaret û ragihandina (name, faks, hwd.) bi Îmraliyê re qedexe kir. Piştre jî hemû biryarnameyên rewşa awarte bûn qanûnî û bi yekê êdî li şûna hincetên berê, biryara dadgeriyê ya neqanûnî kete meriyetê. Hemû îtîrazên li dijî vê biryarê jî hatin redkirin.
Dewleta Tirk a dagirker, bi tecrîda mutleq li hember kurdan şerê îmha, înkar û asîmlasyonê ji nû de da destpêkirin. Wan ji Îmraliyê û bi Tecrîdê dest bi vî şerî kirin. Kurdan jî biryardan ku bi şakandina vê Tecrîdê li dijî vî şerî dest bi têkoşînê bikin û wisa kirin. Kampanya dan destpêkirin. Li her deverî li dijî Tecrîdê nerazîbûn hebûn.
Di demek waha de dengek ji zîndana Amedê bilind bû. Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji 22’ê Çileya 2018’an ve dîl hatiye girtin, ji bo tecrîda ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe, 7 Mijdarê ragihan ku ew dest bi Grêva Birçîbûne ya bê dem bike.
Piştî ku hevseroka KCD’ê Leyla Guven di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de bû parlementera Colemêrgê mafê wê yê destnedayînê çêbû. Li gorî Qanûna Bingehîn, êdî divê dozên wê bên rawestandin û neyê dadgehkirin. Lê belê dadgehên ku fermanê ji Qesrê digirin Guven bernadin.
Parlementer Leyla Guven di 7’ê Mijdarê de bi rêya dîmen beşdarî dozê bû û bal kişand ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan. Guven, tecrîd weke sûcê mirovahiyê bi nav kir û got :
“Li gelek paytextên Ewrûpayê deh hezaran Kurd bi salan e çalakiyan lidar dixin. Deverek nemaye ku serî li wan nedane. Ji çalakiya rûniştinê heta greva birçîbûnê gelek çalakî hatin kirin. Tevî van hemûyan jî saziyên navneteweyî bala xwe nadin ser mijarê. Bêguman gelek sedemên vê hene, lê belê ne rewşeke domandinê ye. Ne rewşeke qebûlkirinê ye. Divê ev bê zanîn. Ez jineke Kurd im û min bi îdeolojiya azadî û rizgariya jinê ya Birêz Ocalan xwe nas kir. Lewma ez tecrîdkirina wî weke tecrîdkirina xwe dibînim. Çalakiyên li vê zindanê hatin lidarxistin dîroka Kurdan guherand. Bi hurmeta xwe ya li wan lehengan min dest bi vê çalakiyê kir. Ne pêkane ku ev yek bê qebûlkirin. Bêdengiya li pêşberî tecrîdê tê wateya qebûlkirin û hevkariya vî sûcî. Lewma jî girînge her kes erk û wezîfeya xwe ya însanî û exlaqî pêk bîne.”
Piştî ku Leyla Guven dest bi çalakiyê kir. Li her deverî roj bi roj çalakiyên piştgiriyê destpêkirin. Ev çalakî roj bi roj pêl bi pêl belavdibin.






