Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Şehbayê dest bi pêngava dermankirinê hat kirin

21/11/2018
in NÛÇE
A A
Li Şehbayê dest bi pêngava dermankirinê hat kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Bi sed hezaran welatiyên Efrînê ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ji Efrînê derektin û li gundên vala û kampan yên li Şehbayê bi cih bûn. Şer ber şertên nebaş û zehmetiyên jiyanî nexweşiya laşmanî pêş ket. Ji ber vê yekê Heyva Sor a Kurd li herêma Şehbayê dest bi pêngava dermankirina nexweşiya laşmanî kiriye.

Heyva Sor a Kurd li herêmên Şehbayê dest bi hemleya dermankirina nexweşiya laşmanya kir ku di nava welatiyên Efrînê de belav bûye.

Ji ber şerê çend salan gund û bajarokên herêmên Şehbayê vala bûbûn. Piştî ku welatiyên Efrînê ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man ku ji malên xwe derkevin û li Şehbayê bi cih bûn, gelek nexweşî ji ber bermahiyên şer û xirabûna li wê derê di nava wan de pêşketin. Ji wan nexweşiyan ya herî berbelav jî laşmanya ye.

Di vê çarçoveyê de Heyva Sor a Kurd dest bi pêngava dermankirina kesên ku bi vê nexweşiyê ketine, kir. Bernameya Heyva Sor a dermankirinê wê hefteyekê li navendên girêdayî Heyva Sor ên li herêmên Şehbayê dewam bike.

Endama Heyva Sor a Kurd Hêvîn Henan diyar kir gelek welatiyên Efrînê ji ber bermahiyên şer ên çend salan li herêmê bi nexweşiya laşmanya ketine.

Hêvîn diyar kir ku ew wek Heyva Sor erka wan e ku dermanan ji kesên nexweş re peyda bikin û da zanîn ku ji ber herêm di bin ambargoyê de ye derman hinekî dereng ji derveyî herêmê peyda kirin. Hêvîn destnîşan kir ku piştî wan derman peyda kirin û wan dest bi dermankirina kesên nexweş li tevahî herêmên Şehbayê kir. Hêvîn diyar kir ku wan 4 nuqteyên tenduristiyê ji bo dermankirina kesên nexweş ji gund û kampên herêmê re diyar kirine.

Nuqteyên dermankirinê li Kampa Berxwedan, Kampa Serdem, navçeya Ehres û navçeya Til Rifet in. Kesên nexweş dikarin di hefteyê de du caran serdana nuqteyên dermankirinê bikin. Nuqteyên dermankirinê rojane vekirîne…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.