Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Cezayê dîsîplînê dan Leyla Guven

21/11/2018
in NÛÇE
A A
Cezayê dîsîplînê dan Leyla Guven
Share on FacebookShare on Twitter

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêber Ocalan ev 15 roj in li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di greva birçîbûnê de ye. Miduriyeta Girtîgehê  bi îdîaya “bi rêya greva birçîbûnê asayîş û ewlehiya saziyê dixe rewşeke lawaz” mehek cezayê dîsîplînê lê birî.

Rêveberiya Girtîgehê derbarê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de dest bi lêpirsîna dîsîplînê kir û mehek cezayê dîsîplînê lê birî.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 14 roj in li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ye. Piştî ku Guven dest bi çalakiyê kir, Midûriyeta Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ku lê dîlgirtî ye, der heqê wê de dest bi lêpirsîna dîsîplînê kiribû.

Di çarçoveya lêpirsînê de ji Guven hate xwestin ku parastina xwe bike. Guven jî bi bîr xist ku Ocalan ê hewl dide pirsgirêka herî giran a welêt pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane çareser bike, demeke dirêj e tecrîdkirî ye.

Guven diyar kir, ev yek dibe sedem ku şer giran bibe, şert û mercên jiyana hevpar a gelan qels bibin û got, “Ez parlamenterek im ku ji aliyê gel ve hatime hilbijartin. Ji bo tevkariyê li aştiya civakî bikim û bi berpirsyariya xwe rabim, ji bo şikandina tecrîdkirina Birêz Ocalan û şertên ji bo qedandina şer bên afirandin, divê karibe malbata xwe ya jî parêzerên xwe bibîne. Ez wekîleke gel im û ji bo van xusûsên ku min qalê kir, bi îradeya xwe ya azad min dest bi greva birçîbûnê kir. Bi dîtina min ev yek wezîfeyeke însanî û exlaqî ye. Her wiha dixwazim bêjim ku ev çalakiya min zerarê nagihîne îdareya girtîgehê ya jî raya giştî û ne sûc e.”

Midûriyeta Girtîgehê jî bi îdîaya “bi rêya greva birçîbûnê asayîş û ewlehiya saziyê dixe rewşeke lawaz” ceza li Guven birî ku ji mehekê heta 3 mehan nikaribe tevlî hin aktîvîteyan bibe. Lê belê ji ber ku cezayekî din ê bi heman rengî li Guven hatiye birîn heye, vê carê cezayê “Mehekê ji karê ku bi berdêla muçeyê lê tê xebitandin, bêpar were hiştin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.