Qasim ENGÎN
Beriya her tiştî rexne ne ecibandina rewşê ye. Ya heyî têr û bes nedîtine. Bûyîna xwediyê pîvanên ecibandinê ye. Zanistiya ji her tiştî re ne gotina erê ye. Redkirina ya heyî ye û rastiya lêgerîna ya hîn xweşiktir û baştir e.
Tevî ku Kurdistan xistine nava zordestiyê, kirine îşkencexaneyekî, li gorî vê jî bi giranî beşekî mirovên wê vê rewşê ji nedîtî ve tên, dixwazin jixwe razî vê jiyanê bidin berdewam kirin. Tevî ku kêm, biçûk û tê dîtin, tevî ku bi zimanê xwe henekê xwe lê dikin, lê ew dîtina ji vê rewşê pir dûr e.
tevî ku li derveyî hemdemê xwe hatiye hiştin, bê ku enerjiya afirandina yêkîtiya gelekî bihizire, li pey berjewendiyên malbatî û berjewendiyên eşîrtî baz didin. Ew xistine dijminê xwe bi xwe, hatiye wê astê ku hema hema wê ji vê dijmintiya navxweyî zewqê digire û ji bo ku wê zewq girtinê jî bîne rewşekî rewa tişta ji destê wî hatiye kiriye.
Kurd, wê bikaribe ji bo mirîşkekî 9 mirovan bikuje, wê ji bo zeviyekî xwîn bavêje navtengê, wê di nijdeya xwînî de her roj mirov bên qetilkirin, lê belê dema ku dor tê tiştên ku dagirkeran kirine, pepûke.
Wê Kurdê ku xwe herî zilam dihesibîne li hemberî leşkerokekî çilmokî serê xwe bitewîne, wê bejna xwe heta erdê jê re bitewîne, wê durûtiyên ku nayên aqil û xeyalên mirovan bike, lê belê dema ku heman Kurd dizivire malê tevayî hêrs û aciziya wan pêk anînên li ser wî hatine meşandin, wê destpêkê ji hevjîna xwe bigire, ger kerba wî neşikest wê vê carê jî zarokên xwe bixe ber rêza lêdanê û wê bi vî awayî kerba dilê xwe bişkîne.
Vê carê jî heman Kurdê ku qasî bê xwestin biçûk nebûye, enerjiya wî ya mayî –ger ew jî mabe- di pevçûnên mezheban de, di şerê eşîretan de xerc bike û wê xwe li hember dagirkeran tine bike û bi vî awayî bê hêz bike.
Ya hîn jî girîntir tevî ku ewqasî hatiye xistin, Kurdekî bi awayekî balkêş ji xwe razî û keyfxweş.
Nehatina ji yêkîtiya ji navbera Kurdan re, tevî ku ferq nekiriye bûye amûra parçekirinê ku ev jî tenê bi sere xwe dibe amûra parçekirinê, lê ew dibe “Kurdê herî baş.”
Kurdekî wiha nikare were rexne kirin. Jixwe di civakek feodal de li şûna rexneyê heqeret, biçûk xistin û fesadî hene. Pêşdarazî hene.
PKK dibe tevgera mudaxeleya tevayî ji van rewşan re. Beriya her tiştî ya heye ne eciband, red kir, li hember a heyî şer kir. Raperîn ji vêderê de dest pê kir.
Karê PKK’ê, yên herî sereke rexne bû. Pesnê gelekî neda û popûlîstî nekir. Biwerimîne û ji xwe re layengiran bigere nekir. Rêya destpêkê hezkirina mirovekî, gelekî ji bo aliyên wan ên nebaş bên guhertin, pêdiviya bi zanistî şerkirinê tevger kir û rexne da pêşxistin.
PKK, ên ku li pêşiya yêkîtiya netewî dibe asteng ev yan jî ew –navê wî çi dibe bila bibe- da ber topan. Yên ku li ber yêkîtiya netewî asteng bûn, dan ber topan. Nêzîkatiyên bê wîjdan ên li hember jinê dan ber topan. Bi ser feodalîzmê de çû.
Di bingehê xwe de hezkirin têgehekî pirr kûr e. Ne tenê nirx dayîniyê vedibêje. Di heman demê de aliyên ku tu na ecibînî yan jî aliyên ne baş hebin guhertina wan aliyan jî, ji xwe re dike armanc.
Tevgera ku bi rexne û ne ecibandina rewşa heyî dest bi têkoşîne kiriye ne gengaz e ku bîryara hinek hêzên emperyal bipêjirîne.






