Avesta AMARGÎ
Pergala mêr yê serdest, di şexsê jinê de bi her awayî jiyan dorpêç kiriye. Mirovahî, di aliyê siyasî, polîtîk, çandî, civakî û nasnameyî de qeyranên cidî dijî. Rêber Apo, di parêznameyên xwe de bingeha tevahî qeyranên civakî bi ketina jinê re girê dide û li hemberî wê, ya pêwîste werê kirin çiye, daniye holê. Em di roja îro de li rewşa jinê ya di civakê û jiyanê de binirin kêmek bejî emê, xwe nêzî rastiya bi êş ya tê jiyîn bikin. Her ku di jinan de zanîn pêş dikeve ewqasî jî pergala serdest û mêrê desthilatdar kemera xwe ya li ser jin û civakan, şidandiye teng dike. Di vê manê de dîroka mirovahiyê bi ceribandinan ve tijiye. Her çiqas ceribandinên serdestiyê hatibin jiyîn jî, lê ewqasî jî li beramberî wê ceribandinên jinên berxwedêr û civaka polîtîk û Exlaqî di dîrokê de têra xwe hene. Yek ji wan rojana jî roja 25’ê Mijdarê ye. Roja 25’ê Mijdarê, di encama tekoşîna sê xwişkên şoreşger de weke roja tekoşîna şideta li dijî jinan hatiye pejirandin.
Belê, em ber bi roja 25’ê Mijdarê ve diçin. Ji bo ku mirov rastiya 25’ê Mijdarê rast fam bike pêwîste rewşa tekoşînê ya jinan di roja îro de baş bibîne û şiroveyeke rastteqîn bi pêş bixîne. Li Kurdistanê û tevahî cîhanê ji bo xwedî li derkedtina vê rojê, jin li ser piyane. Tekoşîna sê xwişkên Mirabal her çend di dema xwe de nehatibe fam kirin jî lê, îro çîroka van her sê xwişkan di serî de li Kurdistanê û li tevahiya cîhanê di dilê her jinekê neqişiye. Gelên berxwedêr çawa bi rihetî nasnemeya berxwedêriyê bi dest nexistine, jinan jî wisa bi rihetî van rojan bi dest nexistiye. Bêgoman bi bedel û êşên giran ev roj hatine bi dest xistin.
Bûyera sê xwişkan, beriya niha bi 58 salan pêk hat. Hema bêje ber bi nîv sedsalî ve diçe. Lê ji ber ku di hişmendiya serdestiyê de bi qasî serê derziyê bejî guhertin tuneye, îro di şexsê çeteyên Daiş’ê de carekî din li hemberî tekoşîna jinan 25’ê mijdarê ji nûve hatiye zindîkirin. Roj bê kuştin, revandin û tecewuzkirina jinan derbas nabin. Bi derketina çeteyên Daiş’ê re Rûyê pergala serdest yê herî qirker û hovane derket holê. Hêzên serdest ji bo rûyê xwe yê qirker veşêrin çeteyên Daiş’ê weke kom bi nav dikin, ta ku sûcên li hemberî jinan dikin sivik werê dîtin. Lê di rastiyê de ew ne komin pergal bi xweye. Îro her roj li welatên cuda, bi destê mêran jin têne kuştin. Tişta herî bi êş ewe kuştina jinan êdî ji aliyê civakê ve normal tê dîtin. Di serî de pêwîstî bi rakirina rewşa ku kuştina jinan normal dibîne heye. Em di civakê de kijan bûyerê lêkolîn dikin, rastiya jinê derkeve. Ev rastî tê wateya ku em nikarin civakeke azad bê jina azad bifikirin. Ev heqîqeteke, bi civakbûyînê re yekpareye û nayê paşçavkirin. Her çiqas tekoşîna jinan îro di asteke bilind de tê meşandin lê, ji bo avakirina cîhaneke bedew û azad têrê nake. Rêber Apo di hevdîtinên xwe yên 2014’an de wiha gotibû; “Ez nêzîkatiya jinan ya ji bo azadiyê pir nepixandî dibînim ev jî rewşekî gelek xetere. Ez ji we dipirsim, heya niha we zilamek azad kiriye an ne.” Ev rastî têrê dike tevahî jin pêşeroja xwe bibînin ka rêbaz û şêwazek tekoşînê yê çiqas dijwar li pêşiya wan sekiniye.






