Hozan Seyîdxan
Dema ku mirov behsa pêşketinên li ser rû xakê dike, û vedibêje mirov bixwaze an jî nexweze pêrgî hinek rastiyan dibe. Mînak di vê dunyaya zîvirok de gelek guhertinên renga reng rû didin. Bi vê re têkiliyên hilberîn, cihêxwaz dibe li gel vê mijarê jî huner û mûzîk jî cihekî pir giring û pêwîst digre. Her wiha heger ku bi van rengê guhertinan re jî mirov ne xwedî sekin û asoyeke vekirî be hingê pirsgirêk jî mezintir dibin.
Heger em rewşa Kurdistanê li ber çavan bigrin û her wiha pêre rewşa huner û mûzîka kurdî binIrxînin hingê mirov dikare di vê mijarê de gelek xalan zelal bike. Tê wê wateyê ku serdema afirandina mûzîka kevnetor- kilasîk – ya kurdî bi dawî bûye.
Bi taybetî çêker û afiranêrên vê şêweya mûzîkê hew dikarin bi vê pêvajoyê re bimeşin û gav bi gav di gerînoka pirsgirêkan de newq dibin û her ku dice lewaz û bê bîrdozî dibin. Li hember pêşveçûnên teknelojîk êdî xwe weke mûzîkçêkeran pênase dikin lewma jî qaşo van rengê mûzîkjenan ana gorî stranbêjan xwe awantajtir dibînin.
çima? Ji ber ku mûzîkjen bikaranîna amûra xwe û ji pêşketina teknelojîk sûd wer digre di hilberînê de xwe di ser yên din re dibîne, bê guman ev rewşa zemînên hêsabûnî pêyda dike.
Eger ku ev derfeta han bi zanebûnî û baş bête bi kar anîn hingê dikarin bibin sedema afirandinên bi bandor û giring, heger ji van rastiyan dûr û pîvanên civakê ji xwere bingeh negirin, ji hêvî û daxwazan re ku nebin bersiv, hingê wê demê dê berê huner û mûzîka kurdî ya resen ber bi biyanîbûnê ve bibin.
Li hêleke din jî ger ku xwe bi dispilînê re, ranepêçe û çav li piyaseyên derveyi xwe bin hingê wê demê ewê bi hêsanî têkeve destên qorsanan û xwe bisipêre saziyên dewletê û mîna amûrekî pir erzan û lewaz dê bête bi kar anîn.
Raste di vê çarçûveyê de pêwîste ku mafên hunermendê xwedî hilberîn hem madî û manewî bête parastin, ji ber ku sekin û rastiya huner û hunermend di kakila xwezaya xwede li dijî pergelên deshilatdare. Lewra jî weke berdevkê çanda civakan xwedî sekneke muxalife. Lê mixabin îro hin kes qaşo bi navê hunermedan li ber çavê civakê di xêza ku desthildaran nîşandaye poz didin, ev jî tê wê wateyê ku ji bona berjewendiyên takekesî di bin sîwana sîstema desthilatdar de tevdigerin. Li hêla din jî hunermendên xwedî sekin û xwe baş parastî û xwedî helwest, afirînere di tu deman de xwe ne spartiye sîstemê û berevajî wê her gav xwe weke parastvan û afirandina hunera şoreşgerî û manewî xwedî helwesteke giran buha ye.
Hunermendê bi vî rengî bin hemî mercên zor û zahmete li ber xwe dide û di pêkhatinên zemînê de hunereke pir bi bandor û xwedî wate di afirîne.
Raste şer ne tiştekî başe ku mirov hemêz bike , lê şer ne ewe ku ji dûalî xweve çek hilgirtine, na ya herî giring helwest û sekneke raste, xwedî derketina li hebûn û nasnameya xwe bi sekneke şoreşgerî û xwedî rûmet jî cûreyekî ji şere.
Belê yên ku di nava van rastiyan de tev digerin pêşketinên sereke ji xwere asas û bingeh digrin û li gor pîvanên pêşketî tev digerin. Bi afirandina hunera xwede ya ku ji bandora teknelojî ya serdest parastî avakirê hunera madî û manewî ya civakê ye.






