Medenî FERHO
Mirovahî di serdemek giring de ye, rastî û rûmet jî ketiye bin metirsiyek dijwar… Dema rastî li holê namîne, vijdan tê kuştin, dema rumet namîne, mirovahî tê kuştin.
Dewlet kujer in û pêşdeçûna mirovahiyê tê asteng kirin, veger û hewldanên li sedsala navîn hene.
Kesên di lêgerîn û xeyalên sedsala navîn de, Don Kîşot in û îdeala wan têkçûyî ye. Hêzên ku sînorê materyalîzma di kesayeta Sanço Panza de derbas kirine, yhenekên xwe bi mirovahiyê dikin.
Derbaskirina Sanço Panza, selefkariya Hecî Pepe ye û kesên rastiyê dibêjin ya dikujin, yan jî tecrîd dikin.
Ji gelek mînakan, em ê tenê çar mînakan bidin; Yek, dem gelê Kurd, xwest rêveberiya herêmî bike pratîkê, dewleta Tirk 8 bajarên Kurdistanê, bi slogana “kevir li ser kevir nehêlin, serî li ser bedenê nehêlin” xera kirin, serdema çalên asîdê, kuştinên kujerên wan ne diyar dane dest pê kirin.
Hewldana rêveberiya herêmî û avakirina şaredariyên gel, tevger û ji holê rakirina nakokî, şikestîk û newekheviyê bû; hewldanek diyalektîkî bû. Lê, xeyalperestên serdema Osmanî, gund, bajar wêran kirin, li darî çavên cîhanê komkujî kirin.
Du: Başlkêş e, Rêber Abdullah Ocalan, li Tirkiyê û herêmê xwest aştiyê pêkbîne. Di Newroza ’93an de peyamek da. Cîhanê peyam bi çepikan himbêz kir. Lê, xeyalperestên, ku di navbera îro û doh de diçin û tên, bi mêjiyekî xerabe xwestin çerxa felekê û dewrana cîhanê biguherin. Aştîxwaz Ocalan tecrîd kirin, şerekî giştî dane dest pê kirin. Tecrîd jî, bûye çavkaniya qirkirina gelên Kurdistana Bakur, Rojava û Başûr.
Gelê Kurd, di aliyê hiquqî, exlakî, vijdanî, civakî, mafê rewa û demokratîk de, deriyek nema ku lê nedan. Cîhan lîstika sê meymunan dilîze; mixabin, di rewşek trajedî komîk de ye û seremoniyek feodal jî nalorîne. Ev jî weytî jarê ye!…
Bêguman, mînakên bûyerên trajîk gelek hene… Têkiliya van bûyeran teva, bi rûmet û rastiyê re heye; rûmet û rastî jî, bi vijdan, edalet, hiquqê gerdûnî, peymanan û demokrasî ve girêdayî ne.
Mînaka sêyemîn, “hawar jarê” ye û kuştina ademiyetê ye.
Wek gelek kuştinên hovane; rojnamevanê Siudî Jamal Khashoggî, bi terora navneteweyî, di rengê engizîsyonê û bi motîfên erotîk hate kuştin. Bedcanê Suudê ku, zarokên Cn. Pêxember kuştin û xwe kire bavê ereban derkete holê. Vî bedcanî, Khashoggi bi hunandinek “romana celadan”, yan jî, “romana vampîran” kuşt.
Romana kuştina Khashoggî, ji kulturê, ji ademiyetê dûr e, lê bi siyaseta qirêj û psîkolojiya nexwşe ve girêdayî ye. Muxatabê van mînakan Tirkiya komarger e, Siudiya qraliyet e!…
Li Tirkiyê, têkçûna sosyo-polîtîk heye û kuştina amurên sosyo-kulturê ye û bi şikefta tarî ve diçe. Siudî jî, di şikeftek tarî de ye û niyeta wê nîne ji şikeftê derkeve!…
Mînaka 4. biryara Emerîka ya li dijî pêşengên Haraketa Azadiya Kurd e. Emerîka, Beyanameya Mafên Mirovan û Beyannameya Serxwebûna Emerîka tune kirin. “… her kes weke hev e û xwedî mafên ku kes nikare jê bistîne ye.” Lê biryara Emeîrka li dijî ve ye, weytî jarê ye!…
Cîhana ku, li hemberî kiryarên Tirkiye, Siudî û Emerîka bêdeng e, normên estetîkê dikuje. Cîhana ku normên estetîkî lê nebe, hêvî, xewn û xeyalên paşerojan nînin. Di van mînakan de razên veşartî nînin, her tişt ayan beyan e. Zindîkirina feodalîzma barbarî ye û hêleya kuştina rastî û rûmetê ye.
Ewropa jî, krîterên Kopênhagê bin pê dike. Komîteya Ewropa, CPT û Dadgeha Mafên Mirovan, di tecrîda li Imralî de nirx, norm, krîterên xwe tune kirine.
Nivîskar û rojnamevan, bi taybetî yên Kurd, divê tixubê estetîkê derbas bikin û zimanê diyalektîkê zemt bikin. Hawar daketiye.






