Zekî BEDRAN
Vê gavê çareseriya pirsgirêka Sûriyê xuya nake. Di mijara çêkirina destûra bingehîn ya nû de pêşketinek tune ye. Tirkiye bi Rûsyayê re li hev dike û hewl dide hêzên Bakurê Sûriyê li derve bihêle. Tirkiye, Îdlib jî di nav de nûnertiya hêzên çekdar yên li Sûriyê girtiye ser xwe. Ew hêzên weke OSO bi rêxistin kir û di dagirkirina Efrînê de bikaranî jî bê îrade kiriye û weke cerdevanên li Tirkiyê nêzî wan dibe. Yanî nasnameya wan muxalif hatiye tune kirin, bûne ajan û nasnameya xwe ya siyasî winda kirine. Pêşeroja wan bi tamamî li ser însafa Tirkiyê maye.
Rêveberiya Esed jî li Rûsya û Îranê dinêre. Bi hêza xwe nikaregavekê ji bo çareseriyê bavêje. Ji bo çareseriyê bi MSD’ê re hevdîtin destpê kir. Qaşo rêya diyalogê vekir. Lê bêyî ku ti pêşketinek pêk were hevdîtin bi dawî kir. Xwedî projeya Sûriyeke demokratîk nîn in. Ya ku dixwestin ew bû ku Bakurê Sûriyê bikin bin serweriya xwe. Halbûkî pirsigirêk careke din bi vegera rêjîmê ya sîstema berê û bi ferzkirina rêveberiya merkezî li civakê çareser nabe. Çavkaniya van pirsgirêkan rêveberiya merkezî ya pirr zêde bû. Sûriye tenê bi lihevhatina demoratîk û bi qebûlkirina cihêrengiyan dikare aşitiya navxweyî pêk bîne û yekîtiya xwe biparêze. Ji ber vê yekê, kanton û rêveberiyên xweser yên Bakurê Sûriyê ezmûn û fersendên mezin in. Rêveberiya Şamê li şûna ku ji vê feydê bibîne hewl dide bê tesîr û tune bike.
Rûsya berî ku bi Tirkiyê re li ser dagirkirina Efrînê li hev bike Kurd vexwend Soçî yê. Ne tenê Kurd, xwest hêzên Bakurê Sûriyê beşdar bike. Navên nûnerên ku wê beşdar bibûna xwest. Nav hatin dayîn. Lê piştî ku bi Tirkiyê re li hev kir weke ku ev vexwendin tunebû tevgeriya. Rêveberiyên Xweser yên ku beşek girîng ya Sûriyê bi rêve dibin, ji DAIŞ’ê paqij kirine û ezmûneke demokratîk ku bi serkeftî li herêmeke weke Rojhilatanavîn bi rêve dibin, avêt aliyekî. Bi vekirina Efrînê ji dagirkeriyê re derba herî mezin li aşitiya Sûriyê û yekîtiya gelê Sûriyê xist. Pêvajoyeke ku Tirkiyê li ser Sûriyê doza maf kir û kir hevparê Sûriyê da destpêkirin. Tirkiyê ji Îdlib bi çekan dagirt û ji bo her kesî xeteriyeke mezin afirand.
Rûsya niha dixwaze bi Tirkiyê rewşê xelas bike. Ti lêgerînek û derdekî Tirkiyê ku li Sûriyê aşitî û demokrasî pêş bikeve tune ye. Erdogan Tirkiyê bi zext û rêveberiyeke faşîst birêve dibe. Koka hemû deskeftiyên demokratîk diqelîne. Tirkiyeke wiha wê çawa li Sûriyê aşitî û demokrasiyê bixwaze? Tirkiye ji bo çeteyên li Îdlibê agirbest û çareseriyê ferz dike lê ji bo Rojhilatê Feratê jî dibêje “ezê êrîş bikim û ji hev belav bikim.” Rûsya li ber vê yekê ranebû. Nabêje, “madem tu agirbest û çareseriyê dixwazî çima li dijî Bakurê Sûriyê şer radigihînî. Berevajî Tirkiyê ji bo êrîş û dagirkirina Sûriyê teşwîq dike. Di vê rewşê de hesabên ku wê hem nakokiyên Tirkiyê bi DYE’yê re zêde bibin, hem jî wê rêveberiyên xweser derbê bixwin û meydan wê ji rêjîmê re bimîne, dike. Îran ji xwe bi Emerîkayê re bi xwînî ye. Ji ber vê Tirkiyê teşwîq dike ku eniyeke nû veke. Ger wiha bibe dihesibîne ku wê Emerîka li Sûriyê tengav bibe û neçar bimîne zû jê derkeve. Bala xwe bidinê ev hesab û bazarî ji bo aşiya Sûriyê nîn in. Ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk nîn in. Bi sed hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan. Welat bi giranî hilweşiya û bi mîlyonan mirovan erdên xwe terikandin. Ji bo xatirê van êş û azaran be jî divê ji van senaryoyên bi xwînî re bihata gotin êdî bes e. Diviyabû ku birînên Sûriyeya birîndar bihata pêçan. Lê li şûna vê dîsa polîtîkayên serwerî û berjewendiyan bi berdêla karesata civakan tê berdewamkirin.
Dema ku Emerîkayê eşkere kir ew ê li Sûriyê bimîne Rûsyayê pêvajoyeke şerê sar destpê kir. Tirkiyê xweferzkirinên li ser DYE’yê zêde kir. Dibêje, “an Kurdan tasfiye bike an jî radestî min bike.” Ji bo ku li Bakurê Sûriyê tevliheviyê zêde bike û dagirkirinê bixe meriyetê hewldanên xwe zêdekiriye. Emerîka jî li dijî van gefên Tirkiyê helwesteke zelal nîşan nade. Derbarê kadroyên PKK’ê de bi biryar girtinê dihesibîne ku wê tewazûnê çê bike. Halbûkî tawîz û polîtkayên nelihevgirtî wê êrîşkariya Tirkiyê hê zêdetir bike. Pêwîste ku Bakurê Sûriyê weke herêma bi ewle were ragihandin û bê rewa kirin. Heta ku ewlehî û parastina navnetewî nebe Tirkiye nikare bê rawestandin. Xwe ji bo şer amade kirine û ji bo vê jî rayagiştî ava dikin. Tirkiye li şûna çareseriyê şer û dagirkirinê ferz dike. Rûsya û Îran jî vê yekê teşwîq dikin.
Di vê rewşê de hê zêde berspirsyarî dikeve ser milê gelên Sûriyê. Ger welatparêz û hêzên demorasiyê xwe birêxistin bikin û bibin yek ew ê pirraniya van lîstikan xerabibin. Ger Ereb, Kurd, Asûrî û gelên din bibin yek çareseriyê ferz bikin wê bingeha deswerdana hêzên xerîb û dagirkirinê teng bibe. Çarseriyeke rasteqîn û mayînde, aşitî û yekîtî di vê yekê re derbas dibe. Ger wê Sûriye di nava yekîtiyê de bijî wê demê divê gel ji hev bawer bin, pêşdaraziyan li aliyekê bihêlin û li dora bernameyeke demokratîk bicivin.






