Rojnameya Ronahî

Çima dost ji me re pedivî ne

Derwêş M. FERHO

Di dawiya salên heftê de Kurd li Beljîka kêm bûn. Pirraniya wan di çarçeweya kar de ji Bakur koçberî vî welatê piçûk kiribûn. Ji xeynî 12 xwendekarên Başûrî ku ji Awusturya ji bo xwendinê hatibûn, biqasî tiliyên destekî penabarên siyasî ji Bakur hebûn. Haya wan çend kesan jî ji hev nebû. Yekem roja ku bi hev hesiyan sala 1978 bû. Sala ku Yekîtiya Karker û Xwendevanên Kurd li Beljîka, bingeha Enstituya Kurd li Bruksel, ava bû.
Civakek ku di wê demê de ji tirsa dewleta Turkiyê Kurdbûna xwe jî vedişart. Heta wê derecê ku beşdariya pîrozkirina şahiya Newrozê di 1979 de ji wan re gaveke ‘xeter’ bû. Dema di malên wan Kurdan de behsa avakirina komele yan pîrozkirina cejna Newrozê dihate kirin ew li awayê qutkirina axaftinê digeriyan û xwe didane aliyekî. Peywendiyên bi hevra weke Kurd kêm û ‘bi zerer’ bû. Bi Turkbûnê xwe di ewlekariyê de didîtin. Û di wê demê de li temamiya Kurdistan zor û zilma dewletên dagîrker bi hemû dijwariya xwe berdewam bû.
Civaka Beljîka jî li ser pirsgirêka Kurdistanê ne xwedî zanîneke kûr bû. Dema me behsa Kurd û Kurdistanê dikir wan deh caran dipirsîn ku bizanin Kurd çi ne û Kurdistan li ku ye. Bi vê rastiyê re weke çalakvanên Kurd peywîrek du alî dikete ser milê me. Li nav civaka xwe de ji bo Kurdbûna me û li ser pirsgirêka Kurdistan di nava civaka Beljîkî de ku ji du gelên sereke pêk tê xebateke kûr were meşandin. Bi hemû dijwarî û tehdîdên pirr alî ev xebat hat kirin. Cejna Newrozê li gor derfetên wê rojê lê bi serbilindî hate pîrozkirin. Serokê Senatoya Beljîka, Prof. Ward Leemans, beşdar bû û bi axaftina xwe ya giranbuha bixêrhatina beşdaran kir.
Xebat berdewam bû. Bi çalakiyên curbecûr, weşanên bi zimanên cuda, mûzîk û govendên Kurdistanî, beşdariya civînên bi sazî û dezgehên din re kar dibû. Di warê siyasî de jî xebateke bê anver û xurt hate birêvebirin.
Bi saya peywendiyan şandeya ji pênc parlementerên Vlaman (Bejîkî) pêkhatî çû Bakurê Kurdistan. Hugo Van Rompaey (CVP), Jef Sleeckx (SP), Willy Kuijpers (VU), Hugo Van Dienderen (Agalev), Tijl Declercq (Pax Christ), wek nûnerên partiyên xwe rewşa Kurdan li Bakur dît. Wan ji Stembolê dest bi hevdîtinên xwe bi Sakîne Cansiz, Musa Anter, Günay Aslan, Ismet Ateş, Tarik Ziya Ekinci, û çend kesên din re kir. Li Amedê û Batmanê bi Hatip Dicle û çend kesên din re, li Sêrtê bi Zubeyir Aydar û Ali Sevilgen re, li Cizîrê, Şirnexê, Nisêbînê bi nûnerên saziyên Kurdan re pêk anîn. Li Ankara bi Ismail Beşikçî, Ahmet Türk, Erdal Inönü û Suleyman Demirel re, rewş axaftin.
Zubeyir Aydar, serokê Rêxistina Mafên Merovan li Sêrtê û Hatip Dicle, serokê heman rêxistinê li Amedê, di van hevdîtinan de raporên derbareyê zor û zilma li herêmê di hember gel de, li ser xwezayê pêşkêşi şandeyê dikin.
Di vegera xwe de ev her pêc nûnêrên partiyên cuda xebateke darîçav û bi wate dikin. Li Parlementoya Beljîka, li dezgehên Ewropî û nûnertriyên cuda, çendîn car pirsgirêka Kurdistan dan munaqeşekirin. Bi rêya sefareta Turkiyê nerazîbûna xwe dan zanîn. Û di roja 5.1.1991 de civîna çapemeniyê di Senatoya Beljîka de li dar xistin. Sefareta Beljîka, mîna her car mihawele kir ku bide zanîn rapora wan da ye ne rast e û ew bi vê yekê alîkariya terorîzmê dikin. Lê xebat û durustbûna van parlementeran rûyê qirêj yê dewleta Turkiye her tim heşkere kir.
Tijl Declercq di sala 2003 de çû ser dilovaniya xwe. Lê her çar parlementerên din hê sax in û dostaniya bi Kurdan re berdewam e.