Rojnameya Ronahî

Jinên Kobanê name ji CPT re şandin

Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinan, jinên Kobanê li gundê Elperlûr yê ku Rêber Ocalan di sala 1979’an lê mabû semînerek lidarxistin. Di semînerê de bi dehan jin amade bûn. Piştî semînerê  jinan ji bo tecrîda li ser Rêber Ocalan bi dawî bibe ji CPT’yê re nameyek şandin.

Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinan, jinên Kobanê çalakiyên xwe didomînin. Bi vê armancê li gundê Elpelûr ê Kobanê bi pêşengtiya Rêxistina Sara û Kongreya Star semînerek hate li darxistin. Piştî semînerê jinan ji bo bidawîkirina tecrîda li ser rêber Ocalan name ji CPT re şandin.

Bi nêzîkbûna 25ê Mijdarê jinan çalakiyên xwe zêde kirin.

Li Kobanê li gundê Elpelûr ê ku rêber Ocalan di sala 1979’an de lê mabû, jinan semînerek lidar xist.

Di semînerê de bi dehan jin amade bûn.

Mijarên semînerê şîdeta li ser jinan bû û bal kişandin ser xebatên rêber Ocalan ên ji bo azadiya jinan.

Di semînerê de Endama Rêveberiya Kongra Star Çarçêla Zeydan axivî. Çarçêla bal kişan ser wate û girîngiya tekoşîna 25`ê Mijdarê û wiha got: “Meha Mijdarê di tekoşîna me de û tekoşîna azadiya jinê de meheke tije berxwedanî ye. Di vê tekoşînê de yê ku çavê jinên Kurd vekiriye bê guman rêber APO ye. Lewma pêwîst e em wetaya vê tekoşînê û dîroka wê baş zanibin. Me îro dest bi hemleya çalakiyên ji bo 25`ê Mijdarê kiriye. Armanca hemleya me ya sereke azadiya rêber APO ye.”

Çarçela Zeydan, diyar kir ku  dema rêbertî dest bi şoreşa rizgarkirina jinê kiriye, ev gav tenê ne jibo jinên Kurd bû, ji bo jinên cîhanê tevahî bû.

Çarçela wiha dewam kir: “Bi hezaran jinên ku bi salan bin dest bûn,  jiyana wan tarî bû, rêber APO weke  çiruskekê şewq da û jiyana me ronî kir. Li ser vê riyê bi hezaran jin meşiyane û bi hezaran jî weke Zîlan, Bêrîtan û Arînan canê xwe fedayî walatê xwe û azadiya jinan kirine.”

Piştî axafina Çarçela Zeydan jinan name ji bo CPT nivîsandin û ji CPT xwestin ku dawî li tecrîda li ser Rêber Ocalan bîne û azadiya wî misoger bike…ANHA