Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hêviya ji Dîplomasiyê

19/11/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Camiya Emewî nebû, ya Kolnê heye
Share on FacebookShare on Twitter

Burhan ERDEM

Li rojhilata navîn van rojan pêlên dîplomasiyê di rojevê de ne. Pêl bi pêl serkeftinên dîplomasiyê jî tên jiyîn. Agirbesta Îsraîl û Hamasê herçiqasî demkî be jî, hêviyek afirandiye . Wê ev agirbest veguherîneke mezin li siyaseta hedu aliyan bike û aktorên li gorî wê bi xwe re bîne. Devereke din a ku dîplomasiyê lê hêvî afirandine Lîbya ye. Piştî şikestina DAÎŞê ya li vî welatî dor hatiye ser şerê navxweyî yê îktidarê. Li Palermoya Îtalyayê ew aliyên ji hev dikuştin di konferanseke navneteweyî de gihan hevdû.

Lê ji vana gişan mezintir, peydakirina çareseriya şerê li Sûrî, li benda cîhana dîplomasiyê ye. Li ser vê yekê jî heta biharê demek tê destnîşankirin. Ev dem ji bo kemilandina lihevkirina di navbera DYA û Rûsyayê de ye. Wê îşareta vê yekê jî di hevdîtina serokên van welatan de were dayin. Ev hevdîtin wê li zîrveya G20an a Arjantînê pêk were. Zîrveya wê du rojan bidome, di 30yê vê mehê de destpêdike.

Tehdîta vekişîna ji peymana fuzeyên balîstîk a Donald Trump û li hemberî vê destekdayina Îranê ya Vladmîr Pûtîn, ev du meh in weke mijarên guftugoya li ser nebaşbûna têkeliyên aliyan her di devan de ne. Lê ji vana zêdetir di çarçoveya Projeya Mezin a Rojhilata Navîn de, nelihevkirina aliyan heye. Ev yek di parvekirina vê erdnîgariyê de, bûyîn an jî nebûyina xwediyê bandorê ya herdu aliyan e.

Proje li astengiyan rast hat. Rabûna Gel a li dijî rejîman ku jê re Bihara Ereb hate gotin, peydabûna hêzên derketin dervî planan weke DAIŞ û yên dişibin wê û bihêzbûna Rûsyayê. Vana yek bi yek tên çareserkirin. Iraq mînaka vê çareseriyê ye ku niha rêveberiyeke dewleteke li gorî daxwazê hatiye damezrandin. Ji bo Sûrî û Îranê jî emê rêveberiyên wisa bibînin.

Li vê erdnîgariyê şer heye, lê bi giştî wêneyekî mezin ê meşandina dîplomasiyê, destpêkirina hevdîtinan li Rojhilata Navîn hakim e. Ji bo çareseriyeke li Afganîstanê hevdîtinên bi Talîbanan re heta beriya salekê nedihate bîra mirov. Lê niha li aliyekî Amerîkî, li aliyekî din Rûs, bi pêşengên Talîbanan re rûdinin. Di navbera aliyan de ku ev sê-çar nifş in pevdiçin meyla axaftina pirsgirêkan van rojan xwe ji her demê bêtir nîşan dide.
Vê meyla axaftina pirsgirêkan bi operasyona rojhilata navîn a Amerîkayê ve girêdayîye. Lewra desthilatdarên li van welatan bîhna guherînê girtine û ji bo domandina desthilatdariya xwe li çareseriya pirsgirêkan digerin. Li vêderê xwe parastineke girîng a van desthilatdaran derdikeve pêş,ku ev yek hewldaneke li hemberî guherîna îktidarên herêmê ye. Me dît ku rejîmên berê bi yekkirina hêza xwe çawa dixwazin li hemberî siyaseta guherînê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bisekinin. Lê ev sekna wan nekanî dom bike. Rûsyaya ku gava di salên nodî de ev proje eşkere bû di hesaban de tune bû – an jî ewqasî tunebû- îroj vê sekna li hemberî guherînê temsîl dike. Bi tehdîtan neyê ser rê jî, wê rêveberiya Pûtîn bi payedayinê were qanihkirin. Di demeke kurt de, mirov dikane li Washingtonê Pûtînê xelatekê digre bibîne. Heta pêşkeşkirina wî ya weke mîmarê aştiya li Sûrî.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.