Rojnameya Ronahî

Tundiya li ser jinê tundiya li ser civakê ye

Hevseroka Kantona Hesekê Civîn Remo bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şideta li ser Jinan ya Cîhanê anî ziman ku ew ê asta têkoşînê bilindtir bikin.

Hevseroka Kantona Hesekê Civîn Remo da zanîn ku jin bi vîn û îradeya xwe ya azad dikarin rê li şîdeta li ser jinan bigirin û bang li jinan ki di 25’ê Mijdarê hemû hêza xwe bikin yek û  ji tundiya li ser jinê re bibêjin êdî bes e.

Civînê di dewama axftina xwede diyar kir ku jin di xwezaya xwe  de pêşeng e û wiha got: “Çiqas jin hêza xwe nas bike ewqasî ew ê bi bandor be û rolek pir mezin di avakirina civakê û bîngehek pir xurt di pirojeya Netewa Demokrat de bide rûnştandin. Ji ber wê jî hemû êrîş bi taybetî li ser jinê tên kirin û bi vê tê armanckirin ku îradeya jinê bê şikandin. ”

Civînê bal kişand ser rola jinê ya di civakê de û wiha dewam kir: “Heta ku jin ne azad be mirov nikare bahsa civakeke azad biike. Ji ber ku bingeha civakên azad jinek azad e. Tundiya ku li ser jinan tê meşandin bi armanca têkbirina wê civakê tê kirin. .Şoreşa Rojava ya ku bi pêşengtiya jinê geş bû, rê li ber tundiya li ser jinê  girt û heta roja îro jî ev berxwedan berdewam dike. ”

Hevseroka Kantona Hesekê Civîn Remop di dawiya axftina xwede bang li hemû jinan kir ku asta têkoşînê bilndtir bikin, 25’ê Mijdrê dakevin qadan û ji tundiya li ser jinê re bibêjin na…JINNEWS