Rojnameya Ronahî

Li Reqayê çalakiyên 25’ê Mijdarê tên lidarxistin

Bi wesîleya Roja Tekoşîna li Dijî Şideta li ser Jinan ya Cîhanê li Reqayê rêze çalakî tên lidarxistin. Bi vê armancê semînereke ji jinan re hat dayîn. Di semînerê de li ser şêwazên tundiya li ser jinan û têkoşîna li dijî tundiyê hat nîqaş kirin. Her wiha derbarê rojê de jinan belavok belav kirin.

Rêveberiya Jin a Reqayê rêze çalakiyên xwe yên bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan didomîne.

Bi boneya nêzîkbûna Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan Rêveberiya Jin a Reqayê  rêzeçalakiyan lidardixe.  Rêveberiyê herî dawî li devera Xinêzat a bakurê bajarê Reqayê semînerek lidar xist. Di semînerê de bi dehan jin, endamên meclîs û malên jin beşdar bûn.

Semîner ji aliyê endamên Rêveberiya Jin Suad El-Kurdî û Sewsen El-Xelef hate birêvebirin û têde rêbaz û şêwazên tundiyên li dijî jinan hate şîrovekirin.

Di semînerê de behsa serdema dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê û hovîtiya wan li ser jinan hate kirin. Her wiha hate gotin ku piştî salekê ji rizgarkirina bajêr jinan gavên mezin ber bi azadiya xwe ve avêtin.

Semîner bi nîqaşên di navbera beşdaran de yên girêdayî rêbazên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bi dawî bû.

Derbarê girîngiya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan  a Cîhanê de hevseroka buroya Perwerdehiyê ya Reqa Meyade Îbrahîm El-Şêx axivî û wiha got: “Divê jin xwe rizgar bikin û li dijî tundiyê têbikoşe.” Meyade da zanîn ku ev çalakî dihêlin ku jin maf û erkên xwe nas bikin.

Di çarçoveya çalakiyan de jinan belavokên pênasekirina têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û rêbazên berxwedana li dijî wê li kolanên bajêr belav kirin…ANHA