Rojnameya Ronahî

Bi sedan kesan ji dagirkeriyê re gotin, Na!

Nerazîbûnên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Bakurê Sûriyê û tecrîdkirina Rêber Ocalan berdewam dikin. Bi vê armancê bi sedan welatiyên navçeya Eyn Îsayê meşek lidarxistin û êrîş û tecrîd şermezar kirin. Di meşê de hat gotin ku wê li hember êrîşan heta dawiyê ew ê li ber xwe bidin.

Bi sedan welatiyên navçeya Eyn Îsa û welatiyên kampê  de li dijî êrîşên artêşa tirk a dagirker li ser Bakurê Sûriyê û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek lidar xistin.

Bi sedan ciwanên navçey Eyn Îsa, mamosteyên navçeyê û gundewarên wê, ciwanên Kampa Eyn Îsa, endam û rêveberên komîteyan û bi dehan welatiyên navçeyê û gundewarên wê bi dirûşmeya”Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker  serî hildin” û bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan meşek li dar xistin.

Meş ji ber Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê ya navçeya Eyn Îsayê dest pê kir.

Di meşê de ala YPJ/YPG/QSD, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û pankartên bi nivîsên “Êrîşên li ser Bakurê Sûriyê îrade û hêza me zêdettir dike, li dijî dagirkeriyê serî hildin û ji bo azadiya Rêber Ocalan serî hildin” hatin rakirin.

Di meşê de bi navê Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û bi navê malbatên şehîdan axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate gotin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu carî serî li ber êrîşên dewleta tirk a dagirker natewînin û wê heta dawiyê li ber xwe bidin.

Kesnê ku axivîn banga rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û serbest berdana wî hate kirin.