Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêgez

17/11/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Meslehet
Share on FacebookShare on Twitter

Sîpan CAN

Jiyan bê prensîp û rêgez dê bibe hewdelekî bê dawî ku her kes dest û lingê xwe ji hev dernaxe ye. gerdûn û hemû zindiyên li ser rûyê cîhanê bi rêgezekî bê hempa û rêxistinkirî bi hevre tev digerin. Di cîhana mirovan de, her civakek li gorî xwe prensîp û rêgezên jiyana xwe afirnadine. Bi demê re rêgez dibin zagon, tên nivîsandin û li ser hemû ferdên civakê pratîze dibin. yê ji derveyî wan rêgez û zagonan derkeve di nava civaka wî welatî de nayê qabûlikirin.
Lê; li çi welatî dibe bila bibe, ji sedî pêncî zagon û rêgez di pratîkê de pêk tên. Ji sedî pêncî tam berûvajî pîvanên xwe ne rêgez û ne zagon tenê dibin nivîsa li ser pel. An jî bi gotinek din, zagon bi xwe nakok in. Ji xwe yên van zagonan datîne hesabê berjewndiyên xwe dike. Ango, wê çawa karibe hîleyekî bibîne û ji valatiyên van destûr û zagonan karibe li ser civakê bandorê bike.
Yek ji hezarên mînakên van destûr û rêgezan, zagona navnetewî ya mafê mirovan e. peyamnên ji bo wê hatine îmzekirin , gelemperiya welatên cîhanê qebûlkirine; lê di bingeh de tu bandorek wê nîne. Zagon dibêje, mînak, li Sûriyê mafê mirovan tê bin pê kirin. Beşar Elessad însankuştine; lê li gorî taybetmendiyên her dewletekê ev zagon nikare mudaxeleyî Îradeya dewletê bike, wê demê çi wateya van zagonan heye?!!.
Ya din jî mînak Tirkiyê ye. ku ew jî gelek peymanên zagonan îmze kiriye, lê dema mijar dibe azadî, demokrasî, kurd û çalakvanên wan, ji nişkêve zagon pûç dibin. Ango di asta navnetewî de yên xwediyên van zagonan çavê xwe digirin. Girêdayî Tirkiyê jî welatên mîna Ewropa û Amerîka bi dehê caran zagon û rêgezên xwe bin pê kirine. Ya dawîn jî biriyara Amerîka yê di derbarê sê lîderên kurd de bû. Tevî ku mafnas dibêjin li gorî zagonên cîhanê PKK şaş ketiye lîsteya terorê, ew jî mirov fam dike ku tenê ji bo razîkirine Tirkiyê ye. lê, bi van biriyaran ew welat bi xwe bi xwe nakokiyan dijî. Xuyaye pereyên Amerîka zêde bûne ku ne tenê lderên kurd, ji bo hin berpirsên Hizbûlah jî pere diyar kirine. Ger wiha be gelo Amerîka ji Erdogan jî pere diyar nekirine? Ku bi sedên belgeyan hatiye deşfrekirin ku ne tenê hevkarî lê ji fînansekerên serke yên DAIŞ’ê ye.
Xulase, qirecira welatên Rojava wê tu encaman negire. Ew bi xwe bi xwe zagonên xwe bin pê dikin. yên ku bi milyonan ji hev û din kuştin vêca niha li ser hemû cîhanê rêxistinên xwe û her wiha rêgezên xwe ferz dikin. lê xuyaye êdî salahiyete wan zagonan ber bi dawiyê ve diçe. Bi xwe re jiyankirina nakokiyan û ji zagonên xwe revandin wç encam ters biqelbin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.