Rojnameya Ronahî

Tekoşîn

Binevş SARYA

Piştî pêşketina sîstema baviksalarî, her ku diçe dengê jinê tê kêmkirin û heta li gelek deverên cîhanê êdî pêjina wê jî nayê bihîstin. Dibe cinsê duyemîn, nirxên xwe tevan ji dest dide û li ti ciyên jiyanê rengê wê namîne. Her ku diçe bênirx dibe. Weke amûran tê kirîn û firotin. Bi pêşketina sîtema kapîtalîst re jî, jin û jiyan li her qadê wateya xwe winda dikin. Civaka jin-dayîk tê de were kuştin tu nikarî di wê civakê de behsa nirxên mirovayiyê jî bikî. Bi pêşketin û mezinbûna dewlet-neteweyan re, jina kolekirî û di xizimeta mêr de, wek kargeha anîna zarokan û robota metbexê tê dîtin. Dibe metaya destê sîstemê û li ser ekranên tv yan reklama herî baş. Ji bo kirîn û firotina amûrên kapîtalîzmê bedena wê tê bikaranîn. Çawa Rêber APO gotî ‘‘Ji lamên wê heta qirika wê, ji singa wê heta binzikê wê, ji kemaxên wê heta lingên wê tê parçekirin û li gorî her parçeyî bedena wê tê bihakirin û firotin.’’
Di sîstema fewodal de bi awayekî hişk û çors destihlatdarî li ser jinê tê meşandin. Di sîstema kapîtalîst de rêbazên kirîn-firotinê û zordariya li ser zayenda jin tê meşandin, cudatir û bi awayekî qurnaz e. Ya rast destihilatdariya di dema koledarî û feodalîzmê de ka çi bû, ya îro jî heman tiş te. Heta xiraptir e. Di roja îro de rêbaz û şêwazê zordestiyê hatine guhertin. Dibe ku şideta li ser bedenê, tinebe, lê şideta derûnî ji ya bedenî xirabtir û prtir e. Civak yan jî zayenda parçekirî di her demê de dibe qurbana sîstemên destihladar. Rêbaza ku parçe bike û bi rê ve bibe, rêbaza bingehî ya destihiladariyê ye.
Şerê herî mizin yê li dijî civak û zayenda jin tê kirin, şerê derûnî ye. Bi jinan ev têgihîştin dane bawerkirin: Hêza wan nîne; hebûna herî lewaz e û dara şkestî ye. Yan jî di bin navê heskirinê de vê têgihîştinê bi gotinên derew û xemilandî bi wan didin bawerkirin. Li her deverê jê re dibêjin tu gul î. Wisa bi wan didin bawerkirin ku gul bê parastin e, sirf bêhna wê xweş e û gulû jî ji koka wê qut dikin û piştî ku bedewiya wê namîne diavêjin ser sergoyekî û diçin. Zilamên jinan dişbînin gulan, ji bîr dikin ku gul jî bi stiriyên xwe parastina xwe dike. Di cîhanê de zindiyek bê parstin nikare hebûna xwe bidomîne. Her zindî xwedî hêza parastinê ye. Lê ya girîng ew e ku mirov di ferqa hêza xwe ya cewherî de be. Çawa ku yek ji rêgezên paritiya azadiya jinê xweparastin û rêxistin e. Ev rêgez bi me dide zanîn û bawerkirin ku, eger parastin nebe jiyan jî nabe. Ji bo ku mirov yan jî zindî bikarin xwe biparêzin, yekîtî û kombûn xala herî girîng e. Ji bo jiyaneke azad û serkeftî pêwîstî bi yekîtiyeke xurt ya jinan û civakan heye. Yekîtiya jinan bingehê serkefitina civakan e.