Rojnameya Ronahî

Entellektûel

Sîpan ŞÎNDA

Gelo entellektûel kî ye? Ji kê re dibêjin entellektûel? Rewşenbîr kî ye û ji kê re dibêjin rewşenbîr? Entellektûel û rewşenbîr tên yek watê yan na? Hege neyên yek watê ferqa di nava wan de çiye? Di nava cîhanê de gelik kes dixwînin, dinivîsin, li ser hizr û ramanan difikirin, nêrînên xwe tînin ziman, li ser mijaran devjeniyê dikin. Gelik kes ji bo xwe di warê çand, ziman, dîrok, huner, felsefe, û hwd de pêşbixin bi salan kedê didin, lêkolînan dikin, pirtûkan dinivîsin. Di cîhana entellektûeliyê de hizirandin, fêmkirin, şîrovekirin hîmê sereteye.
Peyva entellektûel ji Latînî tê. Wata wê ji ‘fêmkirin’ê. Lê îro ne tenê di vê watê de tê bikaranîn. Ji kesên kû di warê ked û zanînê de li ser tiştên razber bi kûr hûr dibin re tê gotin. Kesên kû di warê hizirandinê de zanyariyê vedirêjin û belav dikin. Entellektûelî, ne karekî welêye kû ji bo berjewendiyên kesan yan ji koman bê şixwilandin. Entellektûel, verijandina zanyariya giştî dikin. Li ser mijaran demê dirêj dixebitin û analîzên giştî dikin. Di nava civakên sereteyî pêde mezinên êla, melayên ola, fîlozofan rêberiya zanyariyê dikirin. Dêr û mizgeft demekî dirêj bûn rêberê zanyariyê. Ne tenê rêber bûn, herweha xwe weke pisaxa, ango xwediyê zanyariyê ji didîtin.
Lê belê piştî ronesansê ev klîşe hatin şikandin û êdî fîlozof, hunermend, nivîskaran di warê nivîs û zanyariyê de ew baweriyên zengê girtî tert û belav kirin. Piştî vê, êdî peyva entellektûel ji bo kesên di cîhana hizrêdene re hate bikaranîn. Cîhana ramanê, ya xwendinê, ya nivîsandinê, ya mirovahiyê pêjve dibe ye. Entellektûel verêjiya hizrê dike. Nêrîn û ramanên entellektûelan bangî hemû cîhanê dike. Dema ew difikire û dinivîse, hesabê çi hêz yan ji îktîdaran nake. Ew nabêje ev gotin yan ji nivîsên min wê îktîdar, yan ji hin derdor eciz bike, bi êşîne ka ez hinê jê qut bikim. Çi xof û derdê entellektûelan yên wiha nînin. Ew serê xwe nakin di cihûrê tu kesê de. Derdê wan tenê ewe kû gelo ka ew wê çiqas bikaribin tiştekê li ser cîhana hizrê ve zêde bikin. Ger yek bêje ez entellektûelim dive di serî de ew nekeve mil mile çi îktîdaran re. Dema entellektûlekê sere xwe kire di cihûrê hêzekê de, êdî ew bûye malê wê hêzê. Cîhana ramanê çi sînoran nasnake.
Sekna entellektûelî ya di warê hizrê û verijandinê de nîne. Ew her tim bi vê ve mijûle. Fikir kirin, lêkolîn, nivîsandin ji bo entellektûlî ji nan û avê ferztire. Entellektûel divê ne ji pirsgirêkên cîhanê û mirovahiyê qut be. Ew divê her tim li ser pirsgirêkên civakê, yên mirovahiyê, yên xwezayê ji xwedî hizir û gotin be. Divê ne li gor îdeolojiyên fermî tevbigere. Ji ber kû îdeolijiyên fermî her tim li gor berjewendiyên îktîdaran hatine danîn. Ew li hember îdeolijiyên fermî her tim mafê mirovan, yê civakê, yê xwezayê diparêze. Ji xwe îdeolojiyên fermî sînorê hizirandinê teng dikin. Ew bi hişyarî tevdigere. Ji ber kû ew bi hişyarî tevdigere, ew her û her rexnegîre ke ji. Tiştên kû dibin ew bêjing û serad dike û li wê gorê ji li ser wana nêrîna xwe dibêje. Çi dogmeyên kû entellektûel xwe pêve girê bide nînin. Ger hinek dogma hebin ji ew her tim hewl didin kû wan ji halê rakin. Hêza entellektûelî ya mezin azad hizir kirina wî ye. Entellektûel her wiha wijdana kesan, ya civakêye ji.