Rojnameya Ronahî

Aliyê tawîz pir daye, ji dest dide

Idrîs HENAN

Geşedanên li Sûriyê bi awayekî bilez ber bi lihevkirin û mewzîgirtinên nû ve diçin. Li aliyê bakur û rojavayê parêzgeha Helebê tevgereke leşkerî ya Rûs, rejîm û milîsên Îranê ya ber biçav heye. Perelelî wê li aliyê gundewarên Hemayê tevgereke dişibe ya bakur û rojavayê Helebê heye. Xuyaye hereketa leşkerî ya li van herêman girêdayî geşedanên hemleya Bagera Cizîrê ya QSD ya têkbirina dawîtirîn bargehên DAIŞ li bajaroka Hecîn e. Herku Qiwatên Sûriya Demokratîk QSD û hevalbendên wê li hemberî çeteyên DAIŞ pêş dikevin, trazûyên hêzê yên li aliyê bakur û rojavayê Heleb û gundewarên Hemayê bi îtîfaqan têne guhertin. Di hemûyan de jî rejîma Tirk heye. Bi gotineke din; bi qasî serkeftin û pêşketinên QSD li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bilez dibin, rejîma Tirk a ku ketiye xefka Rûsyayê tawîzan dide. Armanca wê jî ne veşartî, eşkere ye. Li her dera ku karibe derbeyê li hezên demokrasiyê bixe, tawîzên giran dide aliyên bibandor ên navneteweyî. Jixwe ev nêzîkatiya rejîmên Tirk her li ser bingeha tunekirina îradeya gelan e. Êdî ev metoda tawîz û stûxwarkirinê ji rejîmên Tirk re bûye rêbazekî siyasî ya domandina desthilatdariyê.
Ger em van dengeyên têne avakirina bînin beramberî hev, em bibînin ku bloka Rûs, rejîm û Îranê dixwazin deverên ku çeteyên rejîma Tirk lê hakim in, bê ziyan kontrol bikin. Ango devgurên Tirkiyê li ser Kobanê, Minbic û Girê Spî tên çi wateyê? Ew hewldanên provekatîv ên bi rêbazê êrişan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li paş perdeya wan ew dengeya ku bolka Rûs, rejîm û îran dixwaze ferz bikin heye. Dixwazin bi riya bikaranîna hevalbendekî Amerîka û koalisyona navneteweyî di NATO`yê de riya mudexeleya wan a bakur û rojavayê parêzgeha Helebê bigirin. Ger ne wisa bûya, gelo çima Rûsya çavên xwe li ser îtîfaqa Idlibê girtiye. Çima li hemberî Tirkiyêya ku ew îtîfaq pêk neaniye bê helwest û deng maye? Her çend rojan li ser zarê hinek berpirsên xwe, bi armanca ajotina rejîma Tirk û sorkirina wê li hemberî hêzên demokrasiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê QSD, hinek daxuyaniyên provaksyon dide. Di heman daxuyaniyên berpirsên Rûsî de jinavbirina hevgirtina siyasî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye. Ji bo ku bi hestên neteweyî yên Kurdan bilîze, hewl dide tevger û têxistinên Kurd bîne rûbirûyî hev. Rejîma Tirk jî dixwaze ji van azweriyên rejîma Sûrî û Rûsyayê feyda bigire ku bikaribe tevgera Kurd û têkoşîna hevbeş a gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tesfiye bike.
Geşedan û îşaretên dengeyên nû wê bi serketina Qiwatên Sûriya Demokratîk QSD li dijî çeteyên DAIŞ li Dêrazorê hê zelaltir bibin. Xuyaye wê aliyên navneteweyî hewl bidin ji nû ve toreke civîn û kombûnên di bin navê çareseriya aloziya Sûriyê ya siyasî de bavêjin. Lê her aliyek ji niha ve mewziyên xwe saxlem dike ku di rûniştinan de bibe hêza bibandor. Diyare mewziya herî jihevketî ya rejîma Tirikiyê ye. Êdî ew derfeta xwe ya lîska li ser gelek werîsan nemaye. Herdu aliyên birêvebirina aloziya Sûriyê, çi Amerîka û çi Rûsya dibe, êdî di wê ferqê de ne ku tekana hêza çareseriya aloziya Sûriyê asteng dike Tirkiyê ye. Her aliyê piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ û temenê wan dirêj dike Tirkiyê ye. Wer xuyaye êdî aliyên navneteweyî verişiya wan ji kiryarên Erdogan hatiye û êdî li Tirkiyeyek bê rejîma AKP û Erdogan digerin. Ango kîjan aliyê pir tawîz li Sûriyê daye, ew ê misoger yekem aliyê têkçûyî be. Ma gelo ji Tirkiyê pirtir kê tawîz daye?