Rojnameya Ronahî

Mafê gelê Êzidî heye ku xwe bi rêve bibe

Cîgirê Serokê Desteya Bilind a Mafê Mirovan a girêdayî Hikûmeta Iraqê Elî Ebid El Kerîm ku berî niha li Bexdayê bi şandeya Êzidiyên Şengalê re hevdîtin pêk anî  diyar kir ku mafê gelê Êzidî heye ku rêveberiya xwe diyar bike. El Kerîm got, “Kesên ku destê wan di komkujiya li ser gelê Êzêidî de heye, wê li dadgehên mafê mirovan hesab bidin.”

Cîgirê Serokê Desteya Bilind a Mafê Mirovan a girêdayî Hikûmeta Iraqê Elî Ebid El Kerîm diyar kir ku mafê gelê Êzidî heye ku rêveberiya xwe diyar bike.

Elî Ebid El Kerîm ku çend roj beriya niha li Bexdayê bi şandeya Êzidiyên Şengalê re hevdîtin pêk anî, têkildarî nerazîbûnên gelê Êzidî yên li dijî rêveberiya berê ya Şengalê û daxwaza wan xwerêvebirinê ji Rojnews re axivî.

El Kerîm destnîşan kir ku îdareya berê ya Şengalê bi salan xizmetek ji bo gelê Êzidî nekiriye, zêdetirîn berjewendiyên xwe yên şexsî û hîzbî esas girtine, lewma niha mafê gelê Êzidî heye ku wê îdareyê qebûl neke.

Ebid El Kerîm da zanîn ku wan jî wekî desteya mafê mirovan xwepêşandanên gelê Êzidî yên li dijî vegera îdareya berê ya Şengalê şopandine û ji van nerazîbûnan fêm dibe ku îdareya berê tiştek nekiriye û bawerî nedaye gel.

Elî Ebid El Kerîm diyar kir ku mafê gelê Êzidî heye ku rêveberiya xwe diyar bike û got: “Li Şengalê tevî hemû ferman û zehmetiyan jî, jiyan berdewam dike. Kesên ku destê wan di komkujiya li ser gelê Êzêidî de heye, wê li dadgehên mafê mirovan hesab bidin.”