Rojnameya Ronahî

Bazara Qirêj

Ezîz KOYLUOGLU

Gelên Efrînê bi Kurd û Erebên xwe berî dagirkeriya dewleta tirk di nava aramiyê de dijiyan. Zarok sibê radibûn diçûn dibistanên xwe û bizimanê xwe perwerde didîtin. Hemû dibistanên Efrîn vekirîbûn û Zanîngehek jî hatibû vekirin. Ji Heleb, Hema, Idlib û Şamê gelek malbatan koçî Efrîn kiribûn. Bi dehan kargeh hatibûn vekirin û bi hezaran kes di wan kargehan de dixebitîn. Pirr zimaniya bajar li herderê diyar dibû û tabelayên dikanan bi Kurdî û Erebî bûn. Di dema zeytûn komkirinê ji derveyî Efrînê bi hezaran kes dihatin li Efrînê dixebitîn. Wan kesan wek malbat dihatin Efrînê û ji aliyê gelên Efrînê ve wek mêvan dihatin pêşwazîkirin. Efrîn cihê biratî, aramî, azadî û edaletê bû.
Dagirkeriya dewleta tirk li Efrînê didome. Dewleta tirk li Efrînê ne tenê dagirkeriyê dike, bi kiryarên xwe yên li Efrînê qirkirinê pêk tîne. Piştî dagirkeriya dewleta Tirk demografiya Efrîn ya bi hezar salane û wek Çiyayê Kurmênc dihat naskirin, guhert. Niha niştecihên bi hezaran salan yên axa Efrîn êdî ne li Efrînê ne. Li şûna wan kesên terorîst hatine bicih kirin. Dewleta Tirk li Efrînê kiriyarên weke talan, kuştin, îşkence, revandin, fîdye rojane pêk tîne. Niha jî xwezaya Efrînê talan dike. Dewleta tirk ya dagirker bixwe van kiryaran dike, lê di nava axa Bakûrê Sûriyê de xwe dispêre Rûsan. Mirov dikare bêje dewleta tirk ya dagirker van kiryarên xwe yên dijî mirovahî, di bin sîwana Rûsan de dike.
Gelek aliyên veşartî yên bazara qirêj ya Rûs û tirkan a li ser Efrînê hebû. Rûsan bi êrîşa dewleta tirk ya li ser Efrînê dixwestin tevgera Hêzên Sûriya Demokratîk li Dêra Zorê rawestîne û ew ji wê valatiya wir sûd werbigrin. Dîsa bi vê mijarê ve girêdayî dixwest dewleta tirk êrîşî Minbic bike û bi rengekî şerek di navbera Dewletên Yekbûyî Emerîka û dewleta tirk de derkeve. Dîsa Îdlib jî dinav de, herêmên di bin destê çeteyên girêdayî dewleta tirk de ne, radestî rejîma Sûriyê bê kirin.
Lê ev armancên Rûsan yên di bazara Efrînê de pêknehatin. Berevajî,kûrbûna nakokiyên dewleta tirk ya dagiker û DYE’yê, di navbera dewleta tirk û Emerîkayê de li ser Minbic heta asteyekê lihevhatin pêk hat. Di mijara ambargoya li ser Îranê de tê dîtin tirk û Emerîkî rêyek navîn diyar kirine. Vê yekî jî têkiliyên tirk û Emerîka zêdetir kir û tirkan di mijara Sûriyê de nêzîkî Emerîkayê kir.
Dewleta tirk ya dagirker li ser Idlibê pişta xwe da him Emerîka him jî Ewropa û li dijî Rûsan sekînî û hinek jî Rûsan neçarî lihevhatina Soçî kir. Lihevhatina Soçî ne tenê di navbera tirk û Rûsan de ye. Ev lihevhatin bi navbênkariya tirkên dagirker, di navbera Emerîka û Rûsan de ye. Lê ev lihevhatin ji bo biryar pêk were nehat kirin, belkî herkes hinek neçarî peymanek wiha ma.
Lihevhatina Soçî ya heta niha tu biryarên wê pêknehatine, Rûsya jî di demê dawî de xwe naçar dibîne ku bêje ev peyman pêknehatiye. Yan jî wek berdevkê Wezareta Darên Derve ya Rûsya dibêje “qasî têxwestin tirk peymanê pêknayînin.”
Her çend Rûsya wiha dide xuya kirin ku têkiliyên wan û yê dewleta tirk ya dagiker de her tişt wek dixwazin dimeşe, lê rastî ne wisa ye. Peymana Soçî ya li ser Idlibê de her çend di aliyê Rûsan de wek serkeftinek hate nîşan dan jî, lê Rûsan li Sûriyê derbek mezin xwar. Dewleta tirk ya dagiker xwe divê demê de nêzîkî DYE’yê kir.
Rûsya bi armanca nakokiyên tirk û Emerîka kûr bike, hêşt dewleta tirk êrîşî Efrînê bike û dagir bike. Îro jî di bin sîwana Rûsan de, dewlet tirk ya dagirker kiryarên dijmirovahî lê Efrîn pêktîne. Lê di bazara qirêj ya Rûs û tirkan de gelê Kurd îro di bin komkujiyan de ye. Lê yê di vê bazara qirêj de winda ke, ne tenê gelê Kurd e, xwediyê sûka qirêj Rûsya ye jî.