Mihemed SEYDÎ
Êşkenceya li Îmralî û tecrîda li ser rêber Ocalan bi rê û rêbazên cûda didome. Bi vê tecrîdê re dixwazin gelê kurd bê mêjî û raman bihêlin. Di şexsê Rêber Ocalan de êrişî gelekî ku hêjmara wan bi milyonan e dikin, dixwazin wan tecrîd bikin û êşkence dikin.
Li hemberî vê tecrîd û êşkenceyê ne saziyên qaşo mafên Mirovan û ne jî yên Hiquqî yên navnetewî dengê xwe dernaxin. Ev jî wekî hevkariya bi dewleta Tirk re tê pênasekirin û dîtin.Di sêrî de saziya Pêşî lê girtina li Êşkenceyê CPT ku navê wê wiha ye , lê ev sazî bûye saziya rewakirina êşkenceyê bi vê bêdengî û bê helwesta xwe.
Li dijî vê rewşa êşkence û bêdengiya navnetewî gelê Kurd û Kurdistanî li qadanin. Bi rojane Li gelek deveran çalakiyên cihê rengê lidardixin û nabetê digrin..Li Strasburga Franca yê çalakiya herî dem dirêj ji bo Azadiya Ocalan di hefteya 334 de dewam dike.
Erê ewqas çalakî û nerazîbûn ji aliyê kurdistanî û dostên wan ve hene, lê encama ku derdikeve çi bi xwe re tîne?. Tecrîd û êşkence didome.
Cih û dema çalakiyê û bandora wê girînge ku yên razayî jî hişyar bike. ji bona vê yekê ez dixwazim çalakiya têkoşera Kurd Zîlan bibîr bînim. Wê demê jî komployek û êrişek li dijî Rêber Ocalan li Şamê hebû… Lê çalakiya Zîlanê bersivek bû. Cihê çalakiyê û dema wê bi bandor bû. Vê çalakiyê dewleta Tirk hejand. Bi rojan rayedarên Tirk behse vê çalakiyê dikirin û xwestin bi antî propaganda vê çalakiyê reş bikin..
Ev çalakî ne tenê li hemberî dewleta Tirk bû. Ew li hemberî hemû aliyên ku serê xwe histine bin axê bû..
Di demeke ku kesî cih û dema çalakiyê texmîn nedikir hevala Zîlan li Dêrsimê roja 30’ê hezîrana 1996’an di nava tabûra Leşkerên artêşa Tirk de ev çalakî pêk anî û peyama xwe a ku wê kes nikaribe roja me tarî bike bi vî awayî da dewleta Tirk.. Erê, em çima vê çalakiya Zîlanê bi bîr dixin?. Ji ber ku êdî rengê nû yê çalakiyan divê. Çalakiyên bi sekin û bi bandor ku di nava dilê dewleta Dagirker de bê xistin divê. Ji ber ku dijminekî ewqasî ehmaqe ku tenê bi şer fêm dike.
Bi bêdengiyê wê êşkence , tecrîda li Îmralî û êrişên li ser gelê kurd bi dawî nebe.
Hevseroka KCD’ê,wekîla HDP’ê Leyla Guven li dijî vê tecrîd û êşkenceya li Îmralî 8’ê mijdarê ket grave birçîbûnê û dest bi çalakiyeke pîroz kir. Guven di nameyên xwe de vî tiştî dibêjê “Tecrîd bi bêdengiyê bi dawî nabe û pirsgirêk bêhtir kûr dibin.Heta birêz Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike ez ê çalakiya xwe dewam bikim. Bêdengî tê wateya qebûl kirina tecrîdê.”
Ev çalakiya ku Rêzadar Guven dest pêkiriye divê bibe destpêka çalakiyên ku dewleta Tirk û hevkarên vê êşkenceyê bihejîne. Li dora vê çalakiyê ku tam di dema xwe de ye xwedî derketin çêbibe û mezintir bibe.
Çalakiyên bi vî rengî berxwedana zîndana Amedê û Çalakiya Zîlanê tîne bîra Dewleta Tirk..
Ji ber ku dewleta Tirk ji çalakiyên bi vî rengî re dilerize.






