Mihemed ŞAHÎN
Cîhan ber bi pêvajoyeke neasayî ve diçe. Em di serdemeke neasayî de dijîn. Desthilatdarên despot dixwazin rewşa neasayî weke rewşa asayî bi me bidin qebûlkirin.
Di sedsala 20’an de dema ku li dewletekî berxwedanên azadî û maf parêz zêde dibûn bi derbeyên leşkerî û bi destê dîktatorên leşkerî dînamîkên berxwedêr dihatin eciqandin, hemû maf dihatin bin pêkirin û civak teslîm dihatin girtin. Di sedsala 21’an de rewş guheriye. Pêwira dîkatorên leşkerî êdî dîktotorên sivîl û yên hilbijartî pêktînin.
Dewleta Tirk di sala 1946’an de ji pergala Dewleta Partiyê ya otokratîk derbasî perggala kêm demokrasîyê bû. Lê ev demokrsasiya nîvçe jî ji civakên Tirkiyê re zêde dihat dîtin. Ji 10 salan carek bi derbeyên leşkerî ew demokrasiya nîvçe bi tevî civakên Tirkiyê ve ji bo eyardaneke nû di bin potînên leşkeran de dihatin eciqandin. Ji deh salan carek bi derbeyên leşkerî civaka Kurd û hemû çepgir ji qrikirinê derbas dibûn. Hemû dînamîkên civakên Kurd û yên Tirkiyê dihatin tinedikirin û bîhn li wan dihat çikandin.
Bê guman ew derbe hamû di bin pêşengiya NATO’yê de bidestûr û piştivaniya hêzên navneteweyî yên kapitalîst ji bo demeke derbasdar pêk dihatin. Konjoktora cîhanî ya siyasî û tifaqên dewleta Tirk ên cîhanî destûr nedidan derbeyên leşkerî û dîktatorên leşkerî mayinde bibin. Lewre derbe hemû piştî demekî neçar diman vegerin ser pîvanên kêm demokrasiyê.
Ji ber ku derbe hemû leşkerî bûn pênase zelal bû, helwesta gel a dijber derbeyan jî diyar bû. Pêvajoya derbeyan carînan dirêj bajo jî encam jî diyar bû, vegera demokrasiyê bû. Lêwre hemû beşên civakê ji bo bidawîbûna pêvajoya darbeyê li berxwe didan û çaverêya roja bi dawîbûna pêvajoya derbeyê dikirin.
Derbeya ku di 20’ê tîrmeha 2016’an de li Tirkiyê pêkhatiye ne leşkeriyê û konjoktora cîhanî jî nedemokrasî parêze. Encamên derbeya 20’tîrmehê bi qasê encamên derbeyên leşkerî yên berê xerabtir û girantirin. Lê ji ber ku desthilatdariya derbeyê bi hilbijartin hatiye ser kar beşek derûdorên muxalîf û beşeke civakê ya mezin di pênasekirin û di hewlwest diyarkirinê de zehmetî dikşînin. Bêguman ev nezelalî û bêhelwestmana civakê derfeta xwe sazûmankirin û mayinde kirinê dide derbekaran.
Wekî her carî civakên Tirkiyê li bendê ne ku weke derbeyên leşkerî demeke şûnde pêvajoya vê derbeyê jî bi dawî bibe. Li bendê ne ku pergal careke din vegere ser pîvanên demokrasiya nîvçe û texrîbatên ku çêbûne yek bi yek ji holê rabibin. Bêguman ev bendewariyeke vala ye û xefleteke mezine. Derbe ne leşkeriye û ne ji bo demeke derbasdare. Derbeya 20’ê tîrmehê di nava şert û mercên demokrasiya nîvçe de pêk hatiye. Di vê derbeyê de weke derbeyên leşkerî demokrasî bi temamî nehahitiye binpêkirin weke amûr hatiye bikaranîn. Lewre di karektera vê derbeyê de li demokrasiyê veger tuneye. Berevajî ji bo qayimkirin û berdewamiya derbeyê wê roj bi roj ji nirx û pîvanên demokrasiyê dûrketin hebe. Ew jî ji bo civakên Tirkiyê tê wateya encam û berdêlên girantir.
Dîktatorên leşkeriyên ku her carî bi derbeyan dihatin ser kar piştî demekî neçar diman rêz nîşanê îradeya gel bidin û cihê xwe bi terikînin. Lê heke derbekar di derbaya xwe de rê û rêbazên demokratîk weke amûr bikar anî be û xwe îradeya gel bihesibîne wê ber bi encameke çewa ve here nayê zanîn. Di wî warî de cerebeyeke civakê tune ye û mixabin li pêş gel bendeke weke CHP’ê jî heye.
Belê, derbe leşkerî be pênase zelale, helwest diyare, lê heke derbe sivîl be û pêşengên derbeyan hilbijartî bin wê pênase çi be, wê rewş û helwest çewa be, wê rê û rêbazên berxwedanê û têkbirina dîktatorên hilbijartî çibin. Hewceye ev werin nîqaşkirin û hişmendiyeke zelal bê afirandin.
Rêbazên derbeyan guherîne, rêbazên binpêkirina mafê mirovan û teslîm girtina îradeya civakan guherîne. Nexwe hewceye hêzên demokrasî û maf parêz jî rê û rêbazên têkoşîn û berxwedanên xwe biguherînin û rê û rêbazên nû bibînin.
Bêguman tiştê ku bi van dîkatorên sîvîl paşve gav bide avêtin û demokrasiya ku sed sale civak li bendêne bîne wê bilindkirina têkoşîn û berxwedana civakî be. Di nava bêdengiyê de bê helwest mayin qebûlkirine. Qebûlkirin jî gav bi gav mirine.






