Farûk SAKIK
Di van salên dawî de dewleta Tirkiyê li hember gerîllayên kurdan her ku diçû diket tengasiyê. Di sala 2012an de li Bakur gerîlla êdî heremên rizgarkirî bi dest xistibû û li gelek deveran hakimiyet bi giştî di destê wan de bû.
Li hember vê yekê dewleta Tirkiyê li dû hin rê û rêbazên nû bû. Di destpêkê de xwestin bi pêvajoya aşitiyê pêşî li vê serkeftina gerîlla bigirin.Dema muzekereyan dest pê kir, wan jî amadekariya şerê tunekirina Kurdan kirin. Di 3 salên pêvajoya hevdîtinan de, li Kurdistanê, li gelek deveran dest bi çêkirina qereqol û kalekola kirin.
Dewleta Tirk li aliyên din ve ji bo modernîzekirina artêşê ketibû nav hewldanan. Li cîhanê çiqas teknîkên nûjen ên şer hebûn tevî hanîn Tirkiyê. Çiqas çekên nû hebûn hemû kirîn. Balefirên bêmirov û gelek balefirên şer ên din ji bo îmhakirina tevgera azadiyê û gelê kurd pêydakir. Ji ber vê yekê jî li Tirkiyê qeyrana aborî her ku diçû rojane xwe dida hîskirin.
Hêzeke paramîlîter a ku bi pereyan şer dikin ava kirin û navê Tevgera Taybet a Jendermeyan (JOH) li vê hêzê kirin. Çiqas mirovên kirmînal, kesên ku li derveyî civakê manin û hin çeteyên ku ji şerê Sûrî hatibûn di vê artêşê de cîh girtin. Bi wan re peymanek hate îmzekirin; di peymanê de waha dihate nivisandin: “Dema tu hatî kuştin dive ev yek neyê eşkerekirin”.
Di demeke kurt de ji navçê û bajarên Kurdistanê dest bi sewqiyeta eskerên –çete kirin. 25-30 hezar çeteyên ku bi peran şer dikin li çar aliyên sînor ê Bakurê Kurdistanê bi cîh kirin.
Li Elkê, Çelê, Şemzînanê, Şirnexê; li hemû girên li derdora wan yekîneyên ji çeteyan pêk hatin bi cîh kirin. Nifûsa şêniyên Çelê 9 hezar bû, lê hejmara leşkerên çete li derdorê 24 hezarî bû.
Ji bo pêşî li ketina gerîlla a li nava bajêr bigrin, girên li derûdor bi leşkeran dagirtin.
Hêzeke ku tenê ji bo pereyan şer dikir, nikaribû dijwariya şer rake. Dema diketin zorê têk diçûn û bazdida. Vê rastiyê li Qada şer, di dema çalakiyên gerîlla de dihatin dîtin. Ev hêz di şerê bejahiyê de, li dijî gerîlla têk diçû.
Artêşa Tirk ji ber vê yekê giranî da ser şerê hewayî. Herwaha di hejmara Artêşa Tirk de guhertin çênebû û Hêzên paramîlîter jî mîna pîne lê hate zêdekirin. Ji ber ku îradeya wan a ji bo şerê li dijî gerîlla qels bû, hewl didan bi şerê hewayî xwe ji rewşa xitimandî xelas bikin. Yanî xwe sipartibûn îstîxbarat û teknîkê. ***
Li hemberî îstîxbarat û teknîka dewleta dagirker, Hêzên Parastina Gel HPG’ê bi pêşdîtina Rêber Ocalan, ji aliyê paradîgmayî ve xwe nû dikir û vê yekê avantajên mezin dida Gerîlla.
Di du salên dawî de Projeya ji nû ve avabûnê di rojeva HPG’ê de bû. Herî dawî di civînekî de HPG’ê biryar da ku paradigmaya nû a şer bixe meriyetê.
Ev projeya nû ne wekî ên beriya naha tenê ji bo perwerdekirin, pisporkirin û şarezakirina gerîlla bû. Armanca esasî; guhertina modela gerîlla a Çînê, Vîetnamê ku ji sala 1984’an heta 1999’an bikaranîbûn. Bi vê projê re gerîllatiya klasîk bi temamî hate guhertin.
Bi vê projeya nû, dahat xwestin ku; li Kurdistanê şerê gerîlla bi gorî şert û mercên sedsala 21’ê were nûjenkirin. Bi vê sîstema nû;
– Rêbaza şer, tevger, bicîhbûn û rêxistinbûn wê bihata guhertin.
– Di rêbaza şer de, di rêbaza liv û tevgerê û feraseta bicihbûnê de guhertinên bingehîn wê bahata pêk hanîn.
– Wê Gerîlla bikaribe li hemberî teknolojiya serdemê rabe, îstîxbarat û teknîka dijmin pûç bike, teknîk û taktîkê bi rengekî şareza bi kar bîne.
– Êdî di stratejiya şerê gel ê şoreşgerî de gerîlla wê bi tenê nebûya. Êdî gel û gerîlla wê bi hev re bin.
***
Di van rojên dawî de encamên vê projê di pratîka gerîlla de hate dîtin. Di vê pêngava şoreşgerî de ku bi taktîk û teknîkeke nû pêk hat, gelek kuştiyên eskerên Tirk çêbûn.






