Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Avîgdor Lîeberman îstifa kir. Lîeberman, agirbesta navbera Îsraîlê û rêxistinên Fîlîstînî ji bo îstifaya xwe kir hincet.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Avîgdor Lîeberman li ber agirbesta a di roja 13’ê Mijdarê ya navbera Îsraîlê û rêxistinên Fîlîstînî rabû û diyar kir ku wî ji hikumetê îstifa kiriye.
Lîeberman îdîa kir ku Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû “teslîmî rêxistina terorê ya Hamasê” bûye.
Siyasetmedarê rastgir ê tund got, ev biryar wê bi demdirêjî zerarê bide ewlekariya Îsraîlê.
Lîeberman li gel îstifaya xwe banga hilbijartina pêşwext jî kir.






