Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî di civîna hevserokên bajêr de axivî û got, ew ê plana hilbijartina xwecih nekin, têkoşîna xilasbûna ji faşîzmê bidin. Temellî bang li hemû hêzên demokrasiyê kir ku tevlî vê têkoşînê bibin.
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî li avahiya navenda giştî ya partiyê beriya civîna hevserokên bajêr derbarê rojevê de axivî. Temellî diyar kir di derbarê hilbijartinên xwecih ew ê qonaxeke girîng bidin despêkirin û hilbijartina xwecih bi hev re plan dikin. Temellî got, ”Em ê gelekî bixebitin. Ji bo vê jî divê em vê demê baş plan bikin. Rewşa li ber me ne tenê plana hilbijartina xwecih, têkoşîna xilasbûna ji faşîzmê ye”.
‘VEXWENDINA XILASBÛNA JI TECRÎDÊ’
Hevserok Temellî li ser çalakiya Hevseroka KCD’ê û Paralmentera Colemergê Leyla Guven, ku ji bo balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, grêva birçîbûnê dabû destpêkirin û diyar kir, ji bo azadbûna Tirkiyê gaveke girîng e. Temellî got, ”Bi çalakiya xwe banga li gelên Tirkiyê dike ku têbikoşin û Tirkiyê ji tecrîdê xilas bikin. Li Tirkiyê mirov dest bavêje kîjan pirsê mirov dikare siyaseta talanê ya vê desthilata zordar bibîne.”






