Medeni FERHO
Ey Kurd, ji nêzîk ve li cîhanê binêre, dûr û kûr bifikire.
Li cîhanê 4 sêv hene; Yek, sêva Adem e… Du, sêva Parîs, ku bû sedema şerê Truva… Sê, sêva Newton, ku bi ser serê wî de ket… Çar, sêva Ocalan e, ku dîl hate girtin, hate tecrîd kirin û şerê giştî, yê sedsalê hate detspêkirin e…
Sêva sor e… Xezeba, “li Efrîka jî konekî Kurdan bê vedan, em ê êrîşî bikin” e.
Sêva Adem û Ocalan di yek selikê de ne û encama şarîstaniya bazirganî ne!…
Adem, di destpêka avakirina cîhanê de, rastî komployê hat û hate tecrîd kirin; Ocalan jî di destpêka cih girtina Kurdan di dîrokê de, rastî komployê hat û hate tecrîd kirin.
Komplo, bi rengekî nû dewam dike. Biryara Emerîka ya ji bo berterefkirina 3 lîderên Haraketa Azadiya Kurd mînaka dawî ye!… Çîroka Pepûkê ye, “kê kir Emerîka kir, kê kuşt Memalîkî Yogî û Kovboy!..”
Emerîka, Xwedayê zorê ye û xwedî hêza atomîk e; dixwaze, Kurdan ji xas baxçeyê azadî û mafên demokratîk biavêje!…
Kurdan li hemberî mirovahiyê sucek, gunehek ne kiriye, lê bi “sêva sor” têne ceza kirin. Li cem “Yogî end Kovboy”, yek qanun heye; berjewendî… Kurdan, li dijî berjewendiyên wan jî tiştekî xerab nekiriye.
Ocalan, wek Adem, wek Nuh, xwest destîniya mirovahiyê biguhere: Adem, deriyê baxçeyê memalîkî Xweda vekir, pêşî xwe rizgar kir, piştre cîhanek azad, mirovahiyek bêyî hefşî û derqîtk derxiste holê… Nuh, kêştî çêkir, tenê bangî malbata xwe nekir, bangî mirovahiyê û hemû canlidaran kir.
Ocalan jî, bi îdeolojiyek nû, banga hemû gelan, civakên xwedî baweriyên cûda kir û cîhanek azad, wekhev, ligel hev, wek xasbaxçeyê gelan ava kir.
Ocalan, di sedsala bîstûyekê de, bi paradigmeya xwe, li zirveya felsefê ye. Vê jî, Dewleta Tirk ya dewşîrme, Emerîka Kovboy û Ewropa Yogî ditirsîne. Ne tenê Ocalan, lehenegên Azadiya Kurd, Dayika 86 salî Sîse Bingol jî wan ditirsîne.
Yogî û Kovboy, hêzên ku hejmar-hesab danîne ber mirovahiyê ne. Bêyî hesab û hejmaran, gavê navêjin. Zanista wan hejmar in, hesab e û şaristanî, maf û edaleta wan jî berjewendî ne!… Bi hejmarên matematîkî, tîrend û bilançoya kar, li demokrasî û mafên mirovan dinêrin.
Yogî û Kovboy, bêyî şûrkêşên memalîk nikarin bijîn; Memalîk, Memlûkî ne, Tirk in, dewşîrme ne!…
Emerîka, “biryara berdestkirin, yan jî berteref kirina” 3 lîderên Haraketa Azadiya Kurd da. Ewropa – Yogî, li dijî ambargoya li ser Iranê dengê xwe bilind kir, lê, ji bo berterefkirina 3 lîderên Haraketa Azadiya Kurd bêdeng e. Yogî, hirç e û di pirsgirêka Kurd e, di xewa zivîstanî de ye.
Emerîka, xwedî alek rengîn e û 50 stêrik û 7 xetên sor xemilandî ye. 50 sterîk, 50 eyeletên federal temsîl dike, xetên sor jî azadî ye. Slogana fermî “Em baweriyê bi Xwedê tînin”… Serokên Emerîka jî, bi Êncîlê sund dixwin. Lê, li sunda xwe xwedî dernakevin. Cenabê Îsa, şûr qedexe kiriye. Emerîka ne tenê şûr, hêza atomîk jî bi kar tîne. Bi biryara li dijî 3 lîderên Haraketa Azadiya Kurd, Cemil Bayik, Murad Karayilan û Duran Kalkan, dixwaze car din gelê Kurd li çarmixê bide.
Ey Kurd, 40 sal in, te rûmeta dîrokê, nirxên mirovahiyê parastin, li dijî talangerî, wêranî û dagirkeriyê têkoşîn kir. Otorîteye bazirgan aştiyê nayîne, sêva sor edalet, maf û demokrasî nayîne. Divê ti, bi hemû hêza xwe, qanunên azadî, demokrasî û edaletê ji nû de binivîse.






