Zekî BEDRAN
Tirkiye ji bo ku li Sûriyê bighêje encamê hewl dide pêngavan pêş bixe. Destpêkê li dijî Kurdan xwest bi destê DAIŞ’ê şer bike. Taktîka ku hêzên berxwedanê yên Kurd bikişîne deştê û li wir bihelîne pêk anî. Encex berxwedana Kurdan û pêşveçûnên li herêmê polîtîkayên Tirkiyê bê encam hişt. Piştî ku Minbic ji destên DAIŞ’ê hat derxistin hikumeta Tirk pêngaveke nû avêt û yekser ew bi xwe ket Sûriyê. Herêmên mîna Cerablûsê dagir kir. Lê li vir asê ma. Encama ku dixwest bi dest nexist. Ketina Sûriyê ji bo wê derfeta destwerdanê pêşkêş dikir. Ne hewceya em zêde vebêjin; hemû lêgirîn û derdê Tirkan bê bandorkirina Kurdan û li derve hiştin bû.
Piştî ku Reqa ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin ew ketin nava lêgerînên nû. Rûsya û DYE’yê qadên xwe yên ku li bi bandor in diyar kirin. Ferat di navbera her du aliyan de weke sînor hat diyar kirin. Tirkiyê jî ji vê yekê îstifade kir û bi Rûsan re bazarî kir. Çeteyên girêdayî xwe ji deverên weke Mûsilê vekişand û bi Rûsyayê re hevkarî berdewam kir. Paşê Efrîn kir hedef û bi Rûsan re li hev kir. DYE û Hêzên Koalîsyonê jî ev yek erê kirin. Tirkiyê bi destûra Rûsyayê û vekirina qada hewayî li gel komkujiyan Efrîn dagir kir. Dewleta Tirk ji bo Efrînê bê Kurd bihêle û paqijiya etnîkî bi dawî bike, bê navber dixebite.
Dagirkirina Efrînê jî nijadperestên Tirk hêsayî nekir. Kurdan li Rojhilatê Feratê xwe bi revebirin û bi gelê Ereb re yekîtiyeke demokratîk ava kirin. Bakurê Sûriyê tevî rejîmê jî li ser piyan ma û xwe bi rêve bir. DYE’yê xetereya Îranê nîşan da û eşkere kir ku wê jî Sûriyê dernekeve. Vê yekê hem Îran û hem jî Rûsya aciz kir. Herî zêde jî dewleta Tirk perpitî. Bi tirsa ku wê Kurd bibin xwedî statu, lerizî. Ji ber ku Rûsan jî ev yek dizanibûn her dem Tirk sor kirin. Emerîka û Rûsyayê eşkere kirin ku wan li ser yekbûna axa Sûriyê lihevkirine. Lê dema ku Emerîkayê got ku ewê di demeke nêzîk de ji Sûriyê neçe Rûsyayê dîsa hewl da bi Tirkan re lihev bike. Îran jî xistin nava dorpêça ambargoyê. Aboriya Tirkiyê jî ber bi îflasê ve diçû. Gef, şantaj, xebatên lobîyan û hwd, yên li dijî DYE’yê têrê nekir ku Kurdan tasfiye bike. Ji ber vê Rûsan dîsa bi ranê re li hev kirin. Li Sûriyê wê Emerîka hedef bihata girtin. Îran ji xwe Emerîkayê weke dijmin dibîne. Rûsya jî vegeriya salên şerê sar. Got, “Emerîka wê dewleteke Kurd ava bike” lez da ku gelê Ereb û dewleta Tirk sor bike. Tirkiyê pişta xwe da dewletên mîna Elmanyayê xwest li ser Emerîkayê pêkutiyê ava bike.
Kurdan ji destpêkê de yekîtiya Sûriyê parastin. Ti caran xwestek û projeyeke wan ya dewleteke cuda nebû. Ev yek bi awayekî eşkere bi Rûsan re parvekirin. Tevî ku Rûsan ev yek baş dizanibûn jî ji bo Emerîkayê tengav bikin kartê Kurd danîn ser masê û xwestin Tirkan bikin nava tevgerê. Yanî bi awayekî eşkere Kurd xistin hedef. Erdogan li cem Pûtîn got, “DAIŞ an jî Îdlib xetere nîne, avzêm û çirava terora xetere Rojhilatê Feratê ye.” Pûtîn negot, “tu çima Kurdan dikî hedef.” Xwedêgiravî li Sûriyê agirbest û çareseriya siyasî diparastin. Rojhilatê Feratê jî di nava sînorên Sûriyê de bû. Tirkiyê ev nakokî bi zanabûn bikaranî û dest bi êrîşên li ser Rojhilatê Feratê kir. Cihên weke Kobanê û Girêspî bûn hedefa êrîşên Tirkiyê. Rûsyayê ev êrîş ne şermezar kir û ne jî li ber rabû. Xuyabû ku erê kir û piştgirî da van êrîşan. Tirkiye jî çeteyan bikartîne hewl dide aramiya herêmê xera bike, tevliheviyê derxîne û rewşa dagirkirinê biafirîne. Bi van êrîşan DYE’yê û Hêzên Koalîsyonê jî dipîve. Li gor bertekên ku pêş bikevin wê tevbigere.
DYE û Ewropa bi ti awayî li ber êrîşên Tirkan yên li ser Rojhilatê Feratê ranebûn. Îran mîna ku nebihistiye tevdigere. Ev yek nîşan dide ku ji bo ji hevxistina herêmên Kurdan rêjîm, Tirkiye û Rûsyayê li hev kirine. Dema wiha bibe difikirin ku herêmên weke Reqa, Dêrazor ku zêdeyî niştecihên wê Ereb in wê bikeve destê rêjîmê. Di rewşeke wiha de wê DYE jî tengav bibe. Tirkiye vê yekê tam bi sernexe jî wê weke Minbicê ji bo bajarê Kurdan jî wê tawîza mudaxelekirinê ji Emerîkayê bixwaze. Dijmintiya Erdogan ya li Kurdan Tirkiye xiste nava têkiliî û tifaqên bi vî rengî yên tevlihev. Tirkiye ew ê çawa ji vê çiravê derkeve? Şansê wê yê ku bi tena serê xwe jê derkeve an jî bimîne tune ye. Neçare ku pişta xwe bide aliyekî li Sûriyê û xetereyan bide pêş çavan. Weke encam, yek ji dewletên mijara gotinê xwedî hedefa aşitî û demokrasiyê nîne. Hesabên desthilatî û serweriyê dikin. Gel berdêlan didin, ew jî planên ku wê çawa li ser rûnên dikin. Rêya herî bi tesîr ya xirakirina van lîstikan ew e ku gel bi hêza xwe di demokrasiyê de israr bikin. Di vî alî de divê îradeyê deynin holê û berxwedanê pêşbixin.






