Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nezantî barê giran e

13/11/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Ma stranên me ji dilê gel re dibin hêvî?
Share on FacebookShare on Twitter

Hozan SEYÎDXAN

Dewletên dagirker bi riya şeran li ser axa Kurdistanê ku ewqas qirkirin, wêran û talan bûnî- kirine, mirov nikare bi çend gotinan vebêje û binerixîne. Jêre lêkolînên kûr berfireh pêwîste.
Di nava van sîh salên dawîn de, hemî mirovên xwedî wijdan dibêjin û dinivisînin, Kurdistan û nirxên wê jî di nava qada şer de bûye lêmişta xwînê. Di heman demê de ew welata ji ber qirkirin û komkujiyan gelek êş û azar dîtiye. Ji ber zagonên dagirkeriya dewleta tirk yên ne mirovî hemî tiştên ku bi navê Kurditiyê ve girêday ye, di serî de ziman, çand huner, siyaset û hebûn lê qedexe kirine. Ji ber ku rêjîma AKP’ê ji hebûna xwe ne piştraste bi makazagonên ku derdixe, ji bilî desthilatdariya xwe a nijadperest tu hebûneke din napejirîne.
Hemî rengên taybet û xweser bi resentiya xwe wek hêviya mirovan ku ji pir rengiya mirovan pê tê, ne li gorî pergal û sîstemên dagirker û kapîtalîstin. Ev sîstemên serdest, bi makazagonên yek rengî û cihêxwaziyê xwe xwedî dikin. Lewma jî, her ku diçe desthilatdariya AKP’ê bê rawestan hewil dide hunermendên ku bi nîjada xwe kurde di riya ekran û çend diravan ji xwebûnê qut bike û mîna amûrekî wan ji bo berjewendî û kiryarên xwe yên qirêj bikarbîne. Belê ev cûre hunermendên ku zimanê jiyana wan ne kurdiye û ji kurdayetiyê bi dûr ketine. Bi temamî li ber bayê asimîlebûnê tevizîne, tu ruhê kurdbûnê bi wanre nemaye, her roj di ekranên tirkan de ketine pêşbirka tevlêbûna kanalên dewletê, mîna ku zargotina me kurdan dibêje ku “gîhayê hewşê biwan tahle.” Belê ev cûre stranbêj, şanoger û sînemager ku ji cewhera rastiya xwe bi dûr ketine, di nava pençên pergela rêjîma APK ê a faşîst de hatine helandin. Ji bona ku bibin peyayê efendiyê kujerê xwe, xwe sipartine bazara çanda xwe inkar û îmhabûnê.
Bê guman ev bazara qirêj ku ev cûre hunermendên ku nijada xwe kurd çi bi zanistî an jî bi xefletî têde digevizin li xweşiya tu kurdekî kurd perwer nayê. Pêwîste ew kesên ku di vê rewşêde ne zûtirîn roj li koka xwe vegerin û xwe ji bin bandora pençên çanda qirkirinê rizgar bikin. Weke ku ji hemî cîhanê ve tê zanîn ku li seranserê Kurdistanê şer û pevçûnê pir giran rû didin. Ji erka her hunemendekî kurdperwere ku di nava rêza civak û gelê xwe de xwe bibîne û xwedî li hemî nirx, çand û hunera kurdayetiyê derkeve. Di heman demê de li dijî rengê qirkirinên faşîstan xwedî helwestbin.
Hunermendên ku ji bona nasnameyeke azad û hunerek bi rûmet tê nekoşe ewê ti caran nikaribin di nava gelê xwe de bibin cihê rêzgirtin û şahnaziyê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.