Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Kurdistanê hişmendiya şoreşgerî

13/11/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Bakurê Sûriyê  neçare demokrasiya xwe kûr bike
Share on FacebookShare on Twitter

Avesta AMARGÎ

Li cîhanê çanda şoreşgeriyê xwedî dîrokeke kevnare. Şoreşgerî, di nava gelên ku ji bo ziman, welat û mafên xwe têkoşiyane bûye şêwazekî jiyanê. Em di rastiya tekoşîna hemû gelên bindest de, çanda şoreşgeriyê dibînin. Dibe ku ev çand di her gelekî de bi rêbaz û wateyên dewlemend yên cuda hatibe pênasekirin lê, di cewherê xwe de xizmeta yek armancê kiriye, ew jî xelasiya ji bin baskên desthilatdariyê. Şoreşgerî, her tim bi rista dijberê pergala serdest rabûye û di dîrokê de mîrasekî xurt avakiriye. Ev mîrasa dîrokî ya bi ked û fedekariya mirovahiyê berhev bûbû, di salên 1970’an de Rêber Apo û hevriyên wî dewr girtin û diyarî gelên Kurdistanê kirin.
Em di vê sedsalê de, herî zêde li Kurdistanê rastî şopên çanda şoreşgeriyê tên. Li Kurdistanê, gelê kurd bi çanda şoreşgerî dawî li jiyana mirî anî. Rêber Apo û hevrêyên wî yên dest pê kê, kurdistanî, bi vê hişmendiyê hesandin. Çeka herî mezin ya hişt ku hişmendiya dagirkeran li Kurdistanê werê têkbirin çanda şoreşgerî û şêwaza jiyana wê bû. Rêber Apo û hevrêyên wî ev çanda ku jiyana nû, di hindirê xwe de, dihewîne bi awayê herî serkeftî li Kurdistanê bi serxistin. Çanda şoreşgerî, di jiyana kurdistaniyan de wate, di nêrîna wan de lêgerîn, di meşa wan de serkeftin, di giriyê wan de ken, di hestan de dilpakî û di rastiya wan de yekparebûna heqîqetê afirand. Êdî ev rastî tev, li kurdistanê bûne bingeha, jiyana azad û heqîqetên ebedî. Bê goman ev di encama keda 41 salan ya tevgera azadiyê de derkete holê. Ev bi fedekariya kesên ku xwe di oxira çanda şoreşgeriyê de feda kirin de hate afirandin.
Di nava 41 salê avakirina tevgera azadiyê de, hêzên desthilatdar di her fersendê de hewldan pêla şoreşgeriyê ya li Kurdistanê roj bi roj bilind dibû ji holê rabikin. Ji bo ev pêla şoreşgerî ji holê rabikin jî, timî pêşengên şoreşê ji xwe re kirin armanca êrîşan. Lê, berovajî her ku dem derbas bû çanda şoreşgerî û kesayetên şoreşger, li her çar perçeyên kurdistanê, xwe belav kirin. Rêber Apo, li Kurdistanê, bi çanda şoreşgerî, hemû qalibên jiyana paşverû perçe kirin û li şûna wan ûtopyaya jiyana azad ava kir.
Biryara Emerîka li ser 3 şoreşgerên Kurdistanê girtiye biryarekî li hemberî avakirina vê ûtopyayê ye. Biryara Emerîka ya di derbarê 3 pêşengên tevgera azadiyê ne biryareke rast hatiye. Ev biryar li hemberî Rêber Apo, gelê Kurdistanê û tevahî rojhilata navîne. Ev biryar li hemberî çanda şoreşgeriya 40 salî ya hatiye avakirinê ye. Di rastiyê de gelê Kurd û tevgera azadiyê ne cara ewile şahidî ji biryarên wisa bê rûmet re dikin. Gelê Kurd her tim bê ku teqsîr bike xwedî li tevgera azadiyê derketiye û pêşengên xwe parastiye.
Di nava 41 salên derbas bûyî de li ser tevgera azadiyê û pêşengên wê gelek pîlangeriyên qirêj û komplo hatin pêşxistin. Lê tevgera azadiyê û gelê Kurd bi berxwedan û çanda şoreşgerî her demê ev pîlangerî têkbirin. Hêzên desthildar di roja îro de, ji ber li hemberî hişmendî û çanda şoreşgerî bê çare mane êrîşên xwe dijwartir kirine. Çawa di dîrokê de ev çand bi berxwedanên dîrokî hatiye parastin îro jî, gelê Kurd bi heman zanebûnê xwedî li vê çandê derdikeve û wê timî derbikeve. Ev biryar û biryarên weke vê ku di naveroka xwe de bêrûmetî hildigirin, tenê yek fermanê dide ew jî bilindkirina têkoşînê û berxwedanê ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.