Saturday, May 10, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çima êrîşî HDP’ê dikin?

12/11/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Şaredarî ji bo kurdan çi ye
Share on FacebookShare on Twitter

Tayîp TEMEL

Tirkiye di şert û mercên giran ên faşîzmê re derbas dibe. Rêveberiyek wisa li serê Tirkiyeyê bûye bela ku dîrokê şahidiya mînakek din a wê nekiriye. Ji aliyekê ve beşeke mezin a civakê (Ji sedî 50 zêdetir) girtiye hemberî xwe. Hem ji hêla hestan hem jî ji hêla tercîhên siyasî ve welat ango civak perçe kiriye.
Hemû pêkanînên xwe yên hegomonîk li dû hev dixe merîyetê û bi tu awayî destûrê nade ku li Tirkiyeyê hêzeke muxalefetê derkeve holê.
Jixwe siyaseta qirkirin, tunekirin û têkbirinê li hemberî gelê kurd li dar e û bi her awayî êrîşên nedîtî pêk tîne. Ji bo ku pêşiyê li statû û azadiya gelê kurd bigire, bi her awayî peyman û hevkariyên qirêj di qada navneteweyî pêk tîne. Kurdan kategorîze dike li gorî xwe. Ji hinekan re dibêje ‘baş’, ji hinekan re dibêje ‘xirab’. Ji hinekan re dibêje ‘bira’, ji hinek din re dibêje ‘terorîst’.
AKP niha ji bo ku derba dawî li muxalefetê bixîne û serweriya xwe ya bê sînor îlan bike, bi hemû hêza xwe amadekiriya hilbijartinên şaredariyan dike. Li gorî gelek şîroveyan ev hilbijartin ji bo AKP’ê man û neman e. Jixwe aqilmendê tifaqa bêyom Bahçelî jî ev heqîqet bi dengekî bilind anî ziman. Bahçelî belasebeb nabêje; ‘Heke tifaqa AKP-MHP’ê di vê hilbijartinê de bi ser nekeve û li bajarên qeyyûm lê hatine tayînkirin winda bike, dê kurd vê hilbijartinê wekî referandûmê îlan bikin’.
Li hemberî van polîtîkayên AKP-MHP’ê yên tund û tûj, HDP bi du rêbazên xurt têkoşînê dimeşîne.
Ya yekemîn; HDP hewl dide beriya hilbijartinê li dijî êrîşên qirkirina kurdan, yekitiya neteweyî di nava partiyên Kurdistanî de pêk bîne.
Ya duyemîn; HDP’ê bang li hemû sazî, partî û hêzên muxalîf kir ku ji bo têkbirina tifaqa faşîst bibin yek û li bajaran desthilatdariya zordest bê têkbirin.
Ev her du kirinên HDP’ê ji bo rejîma desthilatdar xetereyên mezin bi xwe re tîne. Lewre jî mirov bi rehetî dikare bêje ku li gorî zordest û desthilatdaran HDP bi van polîtîkayên xwe bi agir dilîze. Ji ber vê yekê ye ku niha ji çar aliyan ve êrîşî HDP’ê dikin. Xuya ye ku ev êrîş her ku diçe dê mezintir bibin. Bêguman gelek derdorên li benda firsendê jî dê tevli vê koriyê bibin.
Îro rojek dîrokî ye. Di serî de gelê kurd, hemû hêzên muxalefetê di bin xetere û rîska tunekirinê de ye. Rastî êrîşên xedar tên. Ji bo mînakan hewce nake ku mirov zêde dûr biçe.
Lazim e HDP û hêzên li dora wê, van du tiştên faşîzm jê ditirse pêk bîne. Ew jî tifaq û hevkarî ye.

Post Views: 33
ShareTweetPin

Herî Dawî

Tebqa; piştî 8 salan ji rizgarkirinê
CIVAK Û JIYAN

Tebqa; piştî 8 salan ji rizgarkirinê

10/05/2025
Merasima spartina Şehîd Cîger Gulo
NÛÇE

Merasima spartina Şehîd Cîger Gulo

09/05/2025
PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist
NÛÇE

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist

09/05/2025
HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.