Burhan ERDEM
Biryara Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya li ser sê lîderên şoreşgerên PKK’yî de di demeke wisa de hat ku binketina siyaseta kurd a li her deverê di rojevê de ye. Eger mirov bêje, tu girîngiya vê biryarê ya fîîlî nîne û rehet tevbigere, wê ev yek xwexapandineke mezin a sadsalê ya kurdan be. Ewê ev biryar di demeke kin de tesîrê li ser qedera Kurdên Bakur an jî Rojava neke. Lê di demeke navîn û dirêj de wê zirareke mezin bide kurdê azad. Lewra têkeliyên wisa girîft hene ku di nava vê tevlîheviyê de, wê zirara wê gelekî mezin be jî.
Di du-sê salên dawiyê de rewşa Kurdan gelekî guherî. Destketiyên bi mîlenyûmê re ketibûn ser hev. Di 15 salên dawî de herroj zêde bûbûn. Li Başûr pêşketineke mezin hebû. Bakur rabûneke dîrokî dijiya. Nifşên gerîllayan şer dewrî hev dikirin. Rêveberiya şaredariyên bajarên kurdan hiştibû hatina gel zêde bibe. Pêre asta refahê her bilind bûbû. Ne tenê ji aliyê aborî ve, ji aliyê tevlîbûna gerîlla û meşandina siyaseta ji bo mafên kurdan ve jî, asteke di xiyalan de bû pêk hatibû. Serketin di her warî de li benda kurdê azad bû.
Bi ser vê rewşê ve tiştekî din zêde bûbû ku me gelekî zûka ji rojeva xwe derxist. Ez bahsa wê hêza berxwedanê ya kurdê çaverêyê azadiyê dikim. Em gelekî kêm bahsa wê dikin û ji dêleva wê ve, her behsa rebeniya xwe dikin. Ev hêza berxwedanê wisa bû ku him têkiliyên di navbera Kurdan de wê ji kûr ve bihejandiba û him jî wê bandora rûxandinên ku bi dehan salan neyê jibîrkirin li dû xwe bihiştiba; şerê li dijî DAIŞê
Me ji rojeva xwe derxist, lê hê di hişan de cihê wê teze ye. Rêxistina çeteyan a bi navê DAIŞ, ji Şengalê êrişî Kurdan kiribû. Yên pêşiyê ji ber wan reviya bûn, hew dizanîn ku ewê ev Çete bi kurdên êzîdî rawestin. Lê êriş ber bi Başûr ve mezin bûbû. Bi dagirkirina Şengalê re, DAÎŞ’ê qada êrişên xwe berfireh dikir. Herêma Mexmûrê jî dagir kir û ber bi paytext Hewlêrê ve dihat. Li vêderê gerîlla û peşmergeyan ev çete rawestandibû. Pişt re jî çeteyan Kantona herî zeîf a Rojava kiribû armanca xwe; Kobanê. Lê berxwedana li vêderê hişt ku hemû cîhan, ew kurdê azad nasbike. Wê jina bûbû sembola vî kurdê azad, ne tenê hatibû naskirin, jê hatibû heskirin jî. Di wê demê de ji wê Tirkiyeyê re nefreteke mezin peyda bûbû. Nayê ji bîrkirin ku çawa bi serokatiya Erdogan, dewleta Tirk ew çete diparastin. Cîhanê li hemberî vî Erdoganî jî, ji wî kurdê têkoşer û berxwedêr hesdikir. Û wî kurdî di wijdanan de, bi vê heskirinê cihê xwe çêkiribû.
Di wî wijdanê Amerîkiyê li kolanê de jî cihê wî kurdî her heye. Ji bo dijderketina vê biryarê, divê mirov xitabî wî wijdanî bike. Lewra dîplomasiya tê kirin, ne li gorî wijdana wî mirovî ye. Di serî de DYA, dewletên Ewrûpayê hemûyan destpêkirine gulan didin Erdogan. Di van çend salên dawî de mirov dikare bi hêsanî ji çapemeniyê bişopîne ku Ewrûpî bi serekeyî, gelê van dewletan li dijî vê dîplomasiya qirêj in. Heta piranî ji Tirkiyeya Erdogan nefret dike. Dîsa herkes ji kurdan hes dike. Divê bê rewestan ev helwesta qirêj a DYA’yê, ji wî mirovî re were vegotin. Rê û rêbaza vê vegotinê jî çalakiyên demokratîk û bikaranîna her cure medyayê ye. Di van waran de jî afirenêriya Kurdan têra xwe heye!






