Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Biryara YDA li ser pêşengên Kurdan

12/11/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Hefteya çanda  Kurdistan li Brukselê
Share on FacebookShare on Twitter

Derwêş M.FERHO

Berî çend rojan (6.11.2018) Wezareta Karên Derve ya YDA ragihand ku sê pêşengên Kurdan danîne ser lîsta lêgerînê. Mîktarek pere ji bo girtina wan yan jî cînasandina wan soz dane. Ji aliyê Kurdan gelek kes şaş man. Pirraniya kesayetî û saziyan ev biryar şermezar kirin. Ji aliyê ragihandin û rayedarên Turkan jî ev biryar wek mizgîniyek hat pêşwazîkirin.
Qehremanên Tevgera Azadiya Kurdistan rêzdar Cemîl Bayik, rêzdar Murat Karayilan û rêzdar Duran Kalkan, ku çil sal e hemberê zor û zilma dewleta Turkiyê li ser Kurdistanê têkoşînê dikin kirine lîsteya lêgerînê û ji bo derdestkirinê xelata pere danîne ser serê wan. Ev helwesta Emerîka, li ser esasê berjewendiyên qirêj yên navdewletî hatiye stendin û bêexlaqi ye. Ciyê mehkûmkirinê û şermezerariyê ye.
YDA, YDE û dewletên din pirr baş dizanin ku Kurdistanî bi van pêşengên mezin ku navê xwe bi tîpên zêrîn di dîrokê de dane nivîsîn serbilind in û şahnaz in. Bi milyonan Kurdistanî ewê vê biryarê dubarekirina çendîn îxanetan bibînin û tu carî nepejirînin. Ji ber ku van kesan jiyana xwe fedayî Azadiya gelên Kurdistanê kirine. Ji ber ku van pêşengan têkoşîneke bêhempa di hember hemû awayên qirkirina ji sed sal û vir de li hember merovahiyê ji aliyên dewletên dagîrker li herêmê tê meşandin, pêkanîne û hê jî dikin.
Ewê bi milyonan Kurdistanî li van pêşengên xwe xwedî derkevin. Li Kurdistan mînakek baş hate lidarxistin. Bajarê Silêmanî bi şahnazî li wan xwedî derket. Gelek dikan û dezgeh bi wêneyên wan li ser deriyên xwe bi ronahiyê xemilandin û gotin ev kes serbilindî û şahnaziya me ne. Bersivek baş bû di hember xiyanet û bêexlaqiya navnetewî ku ji aliyê dewletên din tê rêvebirin. Gerek e li her ciyê Kurdistanê nerazîbûnên bi vî awayî werin berdewamkirin.
Li Ewropa Kurdistanî li ser piya ne û bi zelalî didin xuyakirin ku ew vê biryarê bi ti awayî qebûl nakin û serî natewînin.
Her kî be, her çi sazî be, her çi hêz be ku biryara YDA bipejîrîne dijminahiya Kurdistanê dike û ewê di dîrokê de weke îxanet were nivîsîn. Ji ber ku ev biryar nakeve çarçeweya hiqûq û pîvanên merovatiyê. Ev rasterê şirîkatiya zor û zilma dewleta Turk e. Durûtiya siyaseta navdewletî ye.
Kurdistanî dive hişyar bin û jibîr nekin ku dîrok bi mînakên weha tejî ye. Ji bo berjewendiyên navdewletî gelek caran gel/civak hatine qurbankirin. Lê di her demê de jî serhildan û pêşengên dijî zor û zilmê, dijî neheqiyê peyda bûne. Kawayê Hesinker, Spartakus, Gandî, Nehrû, Apê Ho, Che, Mandela, Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Egîd/Mahsûm Korkmaz, Sakîne û … Ev tevan ji aliyên dewletên dagîrker ji bo berjewendiyên xwe wek terrorist hatine nasîn. Ji bo wan berjewendiyên xwe pê li hiqûq û pîvanên merovatiyê dikin. Îxanetê li hiqûqê xwe bi xwe dikin. Lê ev pêşengên nemir di dil û xwîna milyonan de bi cî bûne û ewê her tim bijîn.
Kurdistanî divê bizanin ku ev ne tiştekî nuh e. Dubarekirina dep û dolabên dewletên berjewendîparêz e. Berdewama têkoşînê, xwedîderketina destketiyan, Tevgera Azadiya Kurdistan û pêşengên wê, sazî û kesayetiyên di qada têkoşîne de şert e. Bê rawestan û bê şik xebat û xwedîdarketina bi xîret.
Divê em Kurdistanî, li her cî û her dem biryar û helwestên bi vî awayî, mahkûm bikin. Kî û çi be bila bibe, reşkirin û bêbextiya di hember pêşengên Kurdan de îxanet e. Ewê di dîrokê de weha were nivîsîn.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.