Rojnameya Ronahî

Jin bi kooperatîfan aboriyê pêş dixin

Piştî ku Şoreşa Rojava pêk hat jinan de her qada civakî de rolên girîng dan ser milên xwe. Jinan di her qadê de pêşengî kir. Jin niah jî ji bo pêşxistina aboriya xweser gavên girîng davêjin. Li Serêkaniyê 11 jinan kooperatîfa Jeneratorê ava kirin û rojane 8 saetan elektrîkê didin 400 malan.

11 jinan li Serêkaniyê kooperatîfeke jeneratoran ava kiriye û feydeyê didin civakê.
Li Bakurê Suriyê û Rojava, bi Şoreşa Rojava re jin ji bo birêvebirina ekonomiyê gavên girîng davêjin. Şoreşa Rojava ku wek “şoreşa jinan” tê binavkirin. Saziyên jinan di nava şoreşê de tên avakirin û yek ji van saziyan jî Komîteya Aboriya Xweser a girêdayî Kongreya Star e. Li tevahî bajarên Bakurê Suriyê, di bin sîwana Kongreya Star de derfet ji bo aboriya jinan tên afirandin. Qursên terzîxane, kooperatîf, perwerdeyên tenduristî hatin vekirin, jin di saziyan de bi cih kirin.
Yek ji van bajaran jî Serêkaniyê ye. Ev du sal e komîteya aboriya xweser li Serêkaniyê hatiye vekirin.
ME GAVEKE GIRÎNG AVÊT
Berdevka Aboriya Xweser Gulîstan Evdikê li ser kar û xebatên saziyê axivî û diyar kir ku aborî yek ji xalên bingehîn ên kar û xebatên Kongreya Star e û wiha got: “Ji bo jin bikaribin dîsa li jiyanê vegerin, divê keda xwe tev li aboriyê bikin. Ev gav ji bo civakê pir nû ye, ji ber ku bi hezaran sal e aborî bi zilaman ve hatiye girêdan û nasandin. Ji bo ku em dîsa li jinan vegerînin, demeke dirêj pêwîst e. Her çendî heta niha kêm jî be, me pêngaveke mezin avêtiye.”
Gulîstan destnîşan kir ku yek ji xalên bingehîn ku ew girîngiyê didinê sîstema kooperatîfan e. Gulîstan da zanîn ku li Serêkaniyê 3 koperafîtên xweser hene, yek ya çandiniyê, 2 jî yên pîşesaziyê ne. Gulîstan diyar kir ku kooperatîfeke bazirganî jî hebû, lê ji ber ku baş bi kêr nehat, wan ew da rawestandin û wiha berdewam kir: “Hem gel kooperatîf baş fêm nekiriye, hem jî jin xwe ji aboriyê didin paş. Ji ber ku ew bi hezaran sal e ji dîroka xwe, ji rastiya xwe ji keda xwe hatine dûrxistin. Divê em yekem bi jinan bidin fêmkirin ku aborî aîdê wan e û keda wan e.”
Kooperatîfa Xweser a Jeneratoran a Şehîd Feraşîn ev saleke hatiye vekirin. Jenerator li taxa Mihetê hatiye danîn. Jenerator 900 amper e û kehrebeyê dide 400 malan. Jeneretor rojane 8 saetan kehrebeyê belav dike.
Endama kooperatîfê Şemsa Fehed Emîn diyar kir ku destpêkê ew 7 kes bûn û tenê yek jin bû û wiha axivî: “Me hêdî hêdî endam hemû kirin jin. Em niha 11 jin in. Ji ber ku divê jin vegerin aboriyê. Kooperatîf karekî pir baş e, em wek hev qezenc dikin. Ya herî giring jî ew e ku êdî em destê xwe li ber tu zilaman venekin û muhtacî wan nebin.”…ANHA