Rojnameya Ronahî

Di Konferansa Yekitiya Jinên Suryan de biryarên girîng hatin girtin

2.Konferansa Yekitiya Jinên Sûryan piştî nîqaşkirina rêziknameyê û hilbijartina meclisa rêveber û bi girtina biryaran bi dawî bû.
Bi dirûşmeya “Serdema jinan serdama şaristaniya demokratîk e” duyemîn konferansa Yekitiya Jinên Suryan bi tevlêbûna 200 delegeyan, şandeyên Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Meclisa Jinên Sûriyê, Kongreya Star, sazî, rêxistinên civaka sivîl, hêzên Parastina Beyth Nehreyn û Hêzên Jin ên Sotoro li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.
Di konferansê de piştî nîqaşên li ser rêziknameyê û guhertina hin bendan meclisa rêveber ji 40 endamî hate avakirin û Sîham Qeryo wekî BerpirsaYekitiya Jinên Suryan hate hilbijartin.
Konferans piştî xwendina encamaneyê bi dawî bû.
Encamnameya 2.Konferansa Yekitiya Jinên Suryan wiha ye:
“Yekitiya Jinên Suryan piştî sala 2015‘an ango piştî lidarxistina konferansa damezrîner ku di 20‘ê Tîrmeha 2013‘an de hatibû lidarxistin, her wiha bi destpêka aloziya Sûriyê dikarî berpirsyartiya xwe pêk bîne. Jinên Suryan dikarîn bi îradeyeke xurt li hemberî hemû astengiyan bisekinin û di her qadan de cihê xwe bigire. Di heman demê de beşdarî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bûn. Jinên Suryan cihê xwe de qadên navdewletî û kongreyên navxweyî de girt û beşdarî nivisandina hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bû.
Konferans bi beşdarbûna 250 delegeyan hate lidarxisitn. Di konferansê de xebatên salên derbasbûyî hatin nirxandin û rêziknameya hate xwendin û guhertin. Her wiha meclisa rêveber û berpirsa Yekitiya Jinên Suryan hatin hilbijartin.
Konferans bi biryaran bi dawî bû:
– Ji bo xurtkirina têkiliyan bi rêxistinên jinan û çalakvanên siyasî yên hemû pêkhateyan xebat were kirin.
-Perwerdekirin û pêşxistinan jinên kampan.
-Vekirina buroya lêkolînên stratejîk girêdayî dozên jinan.
-Birêxistinkirina jinan li ser bingehê parastina doza xwe û ya gelê xwe.
-Ji bo parastina mafê jinan rêxistinên civakî, hiqûqî û perwerdeyî bêne avakirin.
-Zêdekirina nûnertiya jinan di saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de.
-Ji bo pêkanîna sîstama hevserokatiyê li hemû sazî û muduriyetan xebat were meşandin.