Rojnameya Ronahî

DAIŞ tune bibe Tirkiye nikare dagirkeriyê bidomîne

Sîham Qeryo destnîşan kir ku êrîşên dawî yên dewleta Tirk a dagirker dirêjkirina temenê DAIŞ’ê û têkbirina projeya Neteweya Demokratîk armanc dike. Sîham got:” Bi tinekirina DAIŞ’ê re Tirkiye nikare projeyên xwe yên dagirkeriyê li herêmê bidomîne.”

Artêşa Tirk a dagirker di van demên dawî de êrîşên xwe li dijî herêmên Bakurê Sûriyê zêde kirin. Hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Qeryo êrîşên dagirkeriya Tirk şermezar kirin û diyar kir ku gelê Sûriyê wê nehêle tu kes xaka wî dagir bike.

Sîham wiha got: “Ji destpêka aloziya Sûriyê ve dewleta Tirk a dagirker mudexeleya kar û barên gelê Sûriyê dike. Gelek herêm wekî Cerablus, Bab û herî dawî kantona Efrînê dagir kirin. Ev hemû bi bêdengiya navdewletî pêk hat.”

Sîham destnîşan kir ku ev êrîş piştî civîna çaralî di navbera Fransa, Rûsya, Almanya û Tirkiyê de pêk hatin û got, “ev yek jî îsbat dike ku hemûyan li gorî berjewendiyên xwe li hev kiriye.”

Sîham diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ewlehiya herêmê û destkeftiyên ku gel bi saya projeya Neteweya Demokratîk bi dest xistine, tehemûl lê nekir û êrîşên xwe zêde kirin.

Têkildarî mijara dagikirina dewleta Tirk yên herêmên Sûriyê, Sîham destnîşan kir ku ev dagirkirin piştî lihevkirinên navdewletî, yanî piştî civînên ku bi armanca qaşo çareserkirina aloziya Sûriyê dihatin lidarxistin wekî Cinêv û Astanayê bi hinceta avakirina herêmên bêçek, pêk hat.

Di berdewama axaftina xwe de  Sîham anî ziman ku dewleta Tirk bi rasthatina Roja Kobanê ya Cîhanê û bi nêzîkbûna tunekirina DAIŞ’ê, êrîşên xwe zêde kirin. Bi tinekirina  DAIŞ’ê re Tirkiye nikare projeyên xwe yên dagirkeriyê li herêmê bidomîne.

Sîham Qeryo wiha got: “Şerê ku li Sûriyê rû dide, şerê berjewendiyan e û çareserkirina aloziyê asteng dike. Di vir de divê em bala xwe bidin xebatên De Mistura ji bo avakirina komîteya destûrê û komîteya danûstandinê bêyî ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tev li wan komîteyan bike. Tevî ku gelên herêmê xwe bi xwe, bi rê ve dibin û cihên herî ewle ne û ciwanên wê DAIŞ qewirandine.”

Di dawiyê de hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Qeryo anî ziman ku divê rêjîma Sûriyê li hemberî êrîşên li ser Bakurê Sûriyê dikin  bêdeng nemîne…ANHA