Rojnameya Ronahî

Akademiya Star a Zanist û Ramana Azad hat vekirin

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê yekemîn akademiya perwerdeya jinan bi navê ‘Akademiya Star a Zanist û Ramana Azad” bi merasîmekê hat vekirin.
Akademiya Star a Zanist û Ramana Azad ji aliyê rêxistina Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd a Helebê ve hate vekirin.
Bi dehan jinên taxê beşdarî merasîmê vekirina akademiyê bûn.
De merasîma vekirinê de axaftin ji aliyê endamên rêveber ên Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star Heyfa Hesen û Delal Keno ve hatin kirin.
Di axaftinan de vekirina akademiyê li hemû jinan hate pîrozkirin û girîngiya perwerdeyê di xurtkirina rola jinan ya di hemû waran de hate destnîşakirin. Her wiha bang li jinan hate kirin ku tev li dewreyên perwerdeyê yên akademiyê bibin…ANHA