Rojnameya Ronahî

Pêdiviya herêmên rizgarkirî bi perwerdê heye

Konferansa 4`emîn a Akademiyên Civaka Demokratîk bi dirûşma “Bi perwerdeyeke zanistî ber bi civakên azad ve” li Akademiya Şehîd Yekta Herkol a li Tirbespiyê hat lidar xistin. Di konferansê de rapora du salan ya xebatên akademiyan hat xwendin û nîqaş kirin û biryarên girîng hatin girtin. Her wiha di konfaransê pêdiviya herêmên rizgarkirî ya perwerdê hat destnîşankirin.

4‘emîn Konferansa Akademiyên Civaka Demokratîk bi biryarên girîng û pejirandina rêziknameyê bi dawî bû.
Konferansa 4`emîn a Akademiyên Civaka Demokratîk bi amadebûna bi dehan akademîsyen û rewşenbîrên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Bi perwerdeyeke zanistî ber bi civakên azad ve” li Akademiya Şehîd Yekta Herkol a li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo hat lidar xistin.
Di konferansê senevîzyonek derbarê xebatên akademiyan de hat nîşandan û rapora du salan ya xebatên akademiyan hat xwendin.
Li gorî raporê; zêdeyî 600 dewreyên perwerdeyê ji bo zêdeyî 15 kesî re hatin vekirin.
Di konferansê de, rapora kar û xebatên akademiyan, çawaniya derbaskirina kêmasiyan û mekanîzmeya pêşxistina karê akademiyan hatin nîqaşkirin.
Di nirxandinan de girîngiya zêdekirina hevkariya di navbea komîn û akademiyan de hate kirin. Her wiha kar û xebatên akademiyên Efrînê li Şehbayê hatin nirxandin. Hate gotin ku hewcedariya herêmên nû hatin rizgarkirin bi pewerdeyê heye.
Piştî nirxandina rapora kar û xebatan rêzikname hate xwendin û pejirandin.
Konferans bi biryaran bi dawî bû. Hin biryarên hatin girtin wiha ne; Akademiyên Civaka Demokratîk sîwana hemû akademiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, Akademî xebatên xwe li gorî Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêve dibe…ANHA