Rojnameya Ronahî

Kî terorîst e?

Ezîz KOYLUOGLU

Hêzên Sûriya Demokratîk ji ber êrîşên dewleta tirk ya dagirker yên li ser Kobanê, Girê Spî, Tirbespiyê operasyona xwe ya li dijî çeteyên DAIŞ yên terorîst rawestandin. Dema operasyona xwe ya li ser DAIŞ rawestandin, diyar kirin ku ew ji ber bêdengiya raya giştî ya cîhanê ya li hember êrîşên dewleta tirk ya dagirker yên ser herêmên Bakûrê Sûriyê operasyona xwe radiwestînin. Ev êrîşên dewleta tirk ya dagirker yek bi mebesta temenê DAIŞ dirêj bike û bi erêkirina Ûris tê kirin. Dewleta tirk ya dagirker û Ûris li ser Kurdan ev demeke ketine nava hevbeşiyekê. Dewleta tirk ya dagirker ev ne cara yekeme ku bi mebesta dirêjkirina temenê DAIŞ’ê êrîşî Hêzên Sûriya Demokratîk dike.
Ger îro DAIŞ hê jî dikare êrîşan li Iraq û Sûriyê bike, sedema vê jî piştgiriya ku ji dewleta tirk digire ye. Ger îro DAIŞ hê jî hin herêman di destê xwe digre û dikare herêmên di destê xwe dem fireh bike, ev jî dîsa ji ber piştgiriya dewleta tirk ya dagirker e. Ne tenê weke îdîa ez vê dibêjim, di raporên dewletan de jî ev bi zimanek vekirî tê gotin. Dezgeha Zanyarî ya Hollanda di rapora xwe ya dawî li ser DAIŞ’ê de eşkere dibêje ku erdnigayariya Tirk ji bo DAIŞ xwe birêxistin bike, weke hêlîneke. Dewleta tirk caran hin kesan bigre jî, ev kesan demek dirêj girtî namînin û dîsa tên berdan. Lewre dewleta tirk DAIŞ’ê ji bo xwe wek metirsî nabîne.
A rast ne DAIŞ ji bo dewleta tirk buye komeke çete ku li dijî kê bixwaze bikarbîne. Berî niha jî diyar bû ku DAIŞ’ê êrîşên li Tirkiyê yên li dijî demokrat û Kurdan û dîsa yên li Ewropa bi fermana Erdogan pêk anîbû. Berî niha jî min di gelek nivisên xwe de diyar kiribû ku, DAIŞ jî beşek ji rêxistina Birayê Misliman e û serokatiya wê ya demê Erdogan dike.
Raporên di derbarê DAIŞ’ê ya ji bo Kongra Dewletên Yekbûyî yên Emerîka ve hat peşkeş kirin de, sedema heta niha tine nekirina DAIŞ’ê li Sûriyê bi dagirkirina dewleta tirk ya Efrînê ve hat rave kirin. Di vê raporê de tê eşkere kirin ku hebûna çeteyên terorîst yên herî metirsîdar li ser cîhanê didome. Çavkaniya van metirsiyan jî di raporên ku rayedarên dewletan pêşkeşî meclîsên xwe dikin de, eşkere dibêjin dewleta tirk alîkariya DAIŞ’ê dike.
Ev rastiya Erdogan û DAIŞ wê heta kengî ji nedîtî ve were?
Xuya dike hê jî karên hêzên cîhanî bi Erdogan û dewleta tirk ya dagirker neqediya ye. Yên DAIŞ avakir û heta îro pişthiriyê dikin li ber çavan be jî, herkes ji nedîtî ve tê. Lê lehengên Kurd yên li dijî terora DAIŞ’ê şer kirin, bi sed hezaran sivîlan ji DAIŞ rizgar kirin, wek terorîst tên binav kirin û ji bo wan pere tê diyar kirin. Dewletên Yekbûyî yên Emerîka ku çend roj berê ji bo kuştî yan sax dijî lehengên ne tenê Kurd, mirov dikare beje lehengên rûmeta mirovahî parastin, lêgerîna bi pere da destpêkirin. Ev biryara DYE ya ku dibêje ez li dijî DAIŞ’ê şer dikim, nakokiyek mezine.
Li vir dîsa pirsa kî terorîste? derdikeve holê.
Yên li dijî terora DAIŞ’ê şer kirin û bi sed hezaran sivil rizgar kirin terorîst in, an yên di raporên dewletan de jî eşkere tê gotin ku hêlîna terora DAIŞ û nahêle DAIŞ ji holê rabe dewleta tirk û dîktator Erdogan terorîst e?