Rojnameya Ronahî

Hezkirin

Sîpan ŞÎNDA

Hezkirin, ango sedemê jiyanê, bingehê hebûna xwezayê, yê mirovatiyê. Tişta kû giyanê dide jiyanê ye hezkirin. Serkaniya evînê ye. Wateya hebûna zindiyane hezkirin. Hezkirin ji xwezayê tê. Ji ber wê rayên wê gelik kûr û stûre. Hezkirin ji nava dil tê, ji ber wê heya dil dijî ango ter be hezkirin ji heye. Hezkirin ji nava dilê dayîkan, yê bavan tê ji ber wê bê sînore. Hezkirin ji nava dilê evîndaran tê ji ber wê gelik nazike.
Gelo çima mirov hij tiştan dike? Hijêkirin ji kû tê? Hezkirina tiştekî, xwestina tiştekî tê çi watê? Çawe mirov di nava jiyanê de nikare bê nefes bijî, mirov nikare bê hezkirin ji bijî. Dema di nava dilê yekî/ê de hezkirin tefisî, ew ji dimire. Mirina hezkirinê ya di dilê mirovî xirabtire ji mirina giyanê mirovî. Hezkirin, çira, roniya dilê miroviye. Çawe dema serkanî diçikê hişînahiya li ber wê ji hemî hişk dibe, dema hezkirin jî ji nava dilê mirovî de diqede, dil û giyanê mirovî ji hişk dibe. Hezkirin gelik wateya di nava xwe de dihewîne. Hezkirina xwîşk û bira, ya zarokan şewqete, hezkirina xwezayê, ya ger û geştê, ya jiyanê zewqe, hezkirina destgirtiyan sermestiye… Mirov heyran dimîne ji gelik tiştan re. Weke dema mirov diçe li ser Çiyayê Nemrûd tirîjên rojê derdikeve û mirov seyrê dike. Mirovî şad û sermest dike. Yan ji dema roj diçe ava, dema mirov diçe li ber sîlaveka bilind tê xwar disekine, mirov her mirêkare lê binêre.
Hezkirina kû felsefe qal dike, hezkirina giştiye. Ne li gor kesan, li gor ideolojiyane. Hezkirinek ji bo hemi kesan û hemi tiştî ye! Tişta kû di bingehê hebûna xwezayê de ye. Dostanî, girêdana evîndariyê, cangorîtî ji hezkirinê tê. Em ji hezkirinê çêbûne. Hezkirina dê û bavan ji xweza wan tê. Hezkirina evîndaran ji gelik caran kore. Ji ber wê dema yek evîndarê yekê dibe û evîndariya wan bê bersiv dimîne, dikarin evîna xwe bikujin. Çawe mirov dikare ya/yê kû mirov hijê dike bikuje? Ji ber wê kore, mirovî çavsor dike. Ev hezkirina qelse. Ne ya resene. Di hezkirinê de berjewendî nîne. Eva henê hezkirineka Fruîdî ye! Yê/ya kû vê dike esas armanca wana ya rastî, dixwazin ji wana bê hezkirin. Ji ber kû ew ne kesên azadin. Dixwazin hineke din ji bêxin di nava zindana xwe de. Lê di hezkirina rastî de azadî heye. Tişta kû azad be, mirov çawe dikare wê vehewîne di nava koletiyê? Dera koletî lê hebe kîn û nefret ji lê heye. Lê di hezkirinê de kîn û nefret nîne. Hezkirinê deriyê xwe ji koletiyê re, ji kîn û nefretê re girtiye. Dera kîn û nefret lê hebe, her tim hesûdî, şer û neyartî heye.
Mirovên ji hezkirina rastî dûrdikevin, dojeha xwe bi xwe ji xwe re çêdikin. Gelo çi tişt mirovî ji hezkirinê dûr dixe? Yan ji çima mirov ji hezkirinê dûrdikevin? Ne azadî, ango berjewendiyên takekesî. Mirov çima ji mirinê nefret dikin? Na, ne ji hezkirina jiyanê ye, ji jiyîna jiyaneka ne azade. Dema mirov ne azad bijî, tirsa di dilê wan de ewe kû, ew koletî piştî mirinê ji dewam bike. Hezkirin vedigire. Kesê azad be dikare hezkirina rastî di nava dilê xwe de bihewîne. Hezkirina pijayî, ango bê nexweşî, mirovî geş dike, kesan ji dil bi hevve girê dide. Mirovî ji xofan, ji berûxwetiyê dûr dixe. Hezkirina rastî kurmê koletiyê, rayê kîn û nefretê, tirsa mirinê di dilê mirovî de dikuje.