Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê ragihand ku Yekîneyên Antî Teror ên girêdayî QSD`ê, şeva pêncşemê bi alîkariya balafirên Koalîsyona Navneteweyî yek ji fermandarên rêxistina DAIŞ`ê ya teror li nêzî Reqayê girtine. QSD’ê diyar kir ku demên pêş de, wê debarê hûrguliyên nasnameya serçeteyê DAIŞ`ê ku hatiye girtin, agahiyan parve bikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê eşkere kir ku di ecama çalakiyeke taybet de, yek ji fermandarên rêxistina DAIŞ`ê ya teror hate girtin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê nûçeyek weşand û tê de ragihand ku Yekîneyên Antî Teror ên girêdayî QSD`ê, şeva pêncşemê bi alîkariya balafirên Koalîsyona Navneteweyî yek ji fermandarên rêxistina DAIŞ`ê ya teror girt.
Navendê eşkere kir ku di encama çalakiya taybet de serçeteyê DAIŞ’ê li nêzî bajarê Reqayê hate girtin.
Navendê ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku demên pêş de, wê debarê dateyên nasnameya fermandarê rêxistina DAIŞ`ê ya teror ku hatiye girtin, agahiyan parve bikin.