Rojnameya Ronahî

Tirsa Mirinê

Binevş SARYA

Rastiyeke wiha ya zilmê û destihiladariya dewlet-neteweyan heye. Dema tengav dibin û ber bi tinebunê ve diçin, weke gurê har êrîşî her kesî û her tiştî dikin. Ya rast, eger mirov van destihiladaran bişibîne guran jî wê neheqiyeke gelek mezin be. Lewre candarên di xwezayê de tev li gorî pêwîstiyên xwe nêçîrê dikin. Jixwe rastiyeke wiha ya jiyanê heye; her tişt li gorî pêwîstiyan tevdigere. Lê zilimkarên ku dewlet-neteweyan bi rê ve dibin, ti caran li gorî pêwîstiyan li jiyanê nanêrin. Jixwe li gel wan girîngiya jiyana kesan yan jî civakan nîne. Li gorî wan cîhan û roj li dora wan dizivirin. Ji wan weye qey wan gerdûn afirandiye û her tişt ji bo wan hatiye afirandin. Lê bawer dikim ji bîr dikin ku dawiya her kesî çûna binê axa sar e. Jiyan ji bo tu kesî ne bêdawî ye û ti kes jî ne bêmirin e. Eger jiyaneke bêmirin hebûya wê Gilgamêş ewqas li pey jiyaneke bêdawî neketibûya, yan jî wê Îskenderê Mekdonî rêwîtiya bêdawî ya cîhanê nekiribûya. Lê belê wisa xuya ye ku di roja me ya îro de serokdewletên niha ji bîr dikin ku wê rojekê ew jî bimirin û hebûna wan nemîne.
Gotineke pêşiyan e; dibêjin dema tu hatî dinê her kes keniya û tu digiriyayî. Wisa bijî ku dema tu ji dinê ber bi koça dawî ve çûyî, bila her kes bigirî. Destihilatdar wisa dijîn ku rojê bi hezaran dayîk nifiran li wan dikin û li benda mirina wan in. Di binê destihilatdariya dewlet-neteweyên niha de kesê êşa windayiya kezebê nekişandî nemaye. Li welatê me he roj bi dehan zarok tên kuştin û windakirin. Zarokên hê nebûyîn 13 salî, bi 13 guleyan tên kuştin. Zarokên 6 salî dibin hedefa segivanekî û dawî li jiyana wan tê anîn. Gelo ma wê ev gerdûn van destihiltadaran efû bike? Ne gerdûn û ne jî edaleta dilê dayîkan, wê van zaliman efû bike. Li welatekî ku he roj zarok bi tirsa mirinê şiyar dibin tu nikarî behsa wekihevî û edaleta wî welatî bikî. Bi salan e ku gelê vî welatî tûkoşînê dike da bikare bi awayekî azad û bê tirsa mirinê paşrojekê ji zarokên xwe re ava bike.
Rastiyeke bedewiyê ya wiha heye, ku bedewî dibe bela serê mirovan. Lê bedewiya welatê me nebûye bela serê me, li welatê me bedwî jiyanê dide avakirin. Di heman demê de ev bedewî dibe tirs û dikeve nava dilê zordestan. Ya rast hebûna me ji bo wan tirsa herî mezin e. Ew ne ji şoreşgerên vî welatî tenê ditirsin, ji zarok, ciwan, kal, pîr û heta ji hestiyên miriyên me jî ditirsin. Ji tirsa windakirina destihiladariya xwe, li her kesî û her tişta ku wateyê dide jiyanê dinin û welatan talan dikin. Piştî talana Efrînê niha jî dagîrkeran berê xwe daye herêma Firat û Cizîrê. Yek xeyalê dagîrker Erdoxan heye; ew jî tinekirina gelê Kurd e. Lê ji bîr dike ku ev gel zarokên çiya ne. Eger îro em mirov û zindiyên din dijîn, bi saya hebûna çiyayan e. Kurdên ji Cûdî û Zagrosan çêbûyîn wê ti hêz nikaribe dawî li koka wan bîne, heta wê vê di xwenên şevan de jî nebînin. Her demê gel bi ser ketine û wê di sedsala 21. de jî dîsa gel bi ser bikevin.