Rojnameya Ronahî

Encam topa gindir e

Idrîs HENAN

Gelê ku xwedî li şoreşgerên xwe derkeve, gelekî zindî û jîndar e. Dema gotinfiroş, hizirmendên nola kondirên vala û aqilfiroşan derbas bûye. Ferdên ku bi dilbirê ji bircekî belek aqilmendiyê dikin û tiliya wan di bin kevirekî Kurdistanê de birîn nebûye, nabin jêderên hişmendiyê. Xwedîderketina li lîderên şoreşger derveyî partîtî û çarçoveyên teng ên netweperestiyê, erek, peywir û şertekî welatparêziyê ye. Her gotin û pratîka derveyî van rêgezan qirecira badilhewa ye.
Bi pêşketinên leşkerî û siyasî yên li Rojhilata Navîn re, ziraviyên komploya navneteweyî ya li dijî îradeya gelan ronî dibin. Dibe ku ew ziravî gelek rengên bi îşiq û xweşik, di bin siloganên berz de biçim girtibin. Lê di cewher de sofîstîzma çors a bi rêbazên hîle, dek û dolaban û bi mentelîteya pirbêjiyê hewl didin hawirdora xwe bi derewan îqna bikin. Ev rêgeha ramyarî bi dirêjahiya dîrokê re ji bona avakirina sîstemên zalim bûye bingeheke felsefîk û di şiklê celadên heyî de bi awayekî pir xirab xwe daye der. Ger em çavekî bi lez li pêşketinên vê dawiyê li ser qada Sûriyê bixin, em ê ziraviyan bi awayekî qalind bibînin. Di heyama aloziya Sûriyê de, ji bona ku îradeya gelan li herêm û Sûriyê bête pelçiqandin hinek itîfaqên hêzan çêbûn. Li aliyê başûrê Sûriyê bi itîfaqa Rûs-Amerîka re dergûşa Şoreşa gelan a Sûriyeyê Deraa hate radestkirin. Beriya wê; bi itîfaqên parçeyî yên navbera Tirk- Rûs- Îran û rejîma Baas de li navenda Sûriyê Humis û Hemayê itîfaq û radestkirin hebûn. Her wiha li taxên mezin ên paytexta Sûriyê Şamê de (Gota, herdu Qelemûnên rojhilat û rojava,… hwd) teslîmkirinek hebû. Perelelî van hemû itîfaqên xiniz li eniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berxwedana gelan di şexsê Efrîn, Reqa, Dêrazorê de li dar bû. Ji bona ku vîna gelên Sûriyeyê ku di şexsê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xwe komî hevkiriye ji nav bibin, berê xwe bi itîfaqeke din a qirêj dan Efrînê. Beriya wê xwestin hêz û îradeya siyasî li wê herêmê teslîm bigirin û dejenere bikin. Di pêvajoya şoreşa Sûriyê ku bi demê re şiklê aloziyê girtiye de, êriş û hewldanên di vî alî de ranewestiyan. Her bi hevbeşbûna îradeya gelan têk diçûn. Îro jî, bi taybet piştî têkçûna îradeya li deverên din ên Sûriyeyê hatibû avakirin, dixwazin vîna binyad di şexsê şoreşa Netewa Demokratîk a Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê de têk bibin.
Ev hewldan bi dilê hemû hêzên mudexeleker re pêkan bûye. Ji bilî vê yekê mirov nikare tu maneyê bide êrişên hovane yên dewleta faşîst a Tirkiyê. Rûsya ji ber pêşbirka hêzê û xwesteka wê ya avakirina terazûyekî nû ji hêzê re, li tevahî duanyayê şerê Amerîka dike. Ji aliyê xwe ve Amerîka ji bona ku hegemoniya xwe ya ceostratejîk ji dest nede, bi rêbazên çewsîner ên bazirganan siyseta çogkirinê (sezayên aborî, siyasî, îzolekirin,… hwd) li hemberî dijberên xwe dimeşîne. Ewrûpaya ku êdî xeyal dike derveyî vê hegemoniyê artêşeke xwe ava bike, di nav îxaneta ji nirxên xwe re fetisiye ku êdî êsîrê modela liberal a bêqîmetkirina mirov û civakan e. Ji ber van taybetmendiyên xwe yên xwe dispêrin zihniyeta istimlakê îro çep û rast seza û baxşîşan belav dikin. Lê êdî dem di ser van kiryaran re derbas bûye û gelên herêmê bûne xwedî îradeya azad a afrîneriyê. Dîrok dibêje ku rêbazên şantaj derfetên awantajê jî ji dest didin. Wê encam jî nola topa şeqê ber wan ve bigindire.