Rojnameya Ronahî

Tirkiye êrîşî destkeftiyên gelan dike

Seroka Partiya Pêşerojê ya Sûriyê a Minbicê Fetûm Şeriq derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakurê Sûriyê diyar kir ku Tirkiye bi piştgiriya hêzên navneteweyî êrîşî gelên Bakurê Sûriyê dike û got: “Tirkiye ne li dijî terorê li dijî destkeftiyên gelan şer dike û piştgiriyê dide çeteyan.”
Êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakurê Sûriyê didome. Têkildarî mijarê Seroka Partiya Pêşerojê ya Sûriyê yê şaxê Minbicê Fetûma Şeriq da zanîn ku yê hêzê dide terorê Tirkiye ye û wiha got: “Erdogan nahêle gelên li Sûriyê bi aramî bijîn. Ew piştgiriyê dide terorê. Terora wekî DAÎŞ û OSO hêza xwe ji pergala dewleta tirk a ne demokratîk digire.
DEWLETA TIRK NAXWAZE DAIŞ TUNE BIBE
Fetûma diyar kir ku gelê Kurd her dem li dijî terorê li berxwe daye û ji bo mirovahiyê şer kiriye û wiha got: “Dewleta tirk a dagirker naxwaze teror xelas bibe. Tenê ji bo berjewendiyên xwe li ser esasên nîjadperestiyê gelê Kurd û nirxên mirovatiyê hedef digire. Lê Erdogan tena serê xwe vê yekê nake. Bi hevkariya Rûsya, Amerîka û hêzên wekî din vê yekê dike. Hêzên navneteweyî jî ji bo berjewendiyên xwe Tirkiyê bi kar tîne. Tirkiye niha di nava aloziyek mezin de ye.”
Seroka Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Minbicê Fetûm Şeriq di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dewleta tirk tu carî nexwestiye ku Kurd bibin xwedî statu. Lewra her dem piştigrî daye terorê ku gelê Kurd tune bike. Bi vê yekê girêdayî destkeftiyên hemû gelan hedef hatiye girtin. Tirkiye ne li dijî terorê li dijî destkeftiyên gelan şer dike û piştgiriyê dide çeteyan. Erdogan nahêle gelên li Sûriyê bi aramî bijîn. Ew piştgiriyê dide terorê. Terora wekî DAÎŞ û OSO hêza xwe ji pergala dewleta tirk a ne demokratîk digire. Ji bo gelê Kurd xwe biparêze hêz, îrade û têkoşînek hevpar divê. Bila hemû kes bizanibe ku ji bo çareseriya pirsgirêkan divê gelê Kurd muxatab bê girtin û pêwîste hemû cîhan li dijî êrîşên dewleta tirk derkevin.”…JINNEWS