Rojnameya Ronahî

Li Şêxmeqsûdê jin aboriyê pêş dixin

Kongreya Star a Helebê bi projeyên biçûk hewl dide aboriya jinan bi pêş bixe û piştgriya keda wan bike. Niha jî hewl dide plan û projeyên nû ji bo pêşerojê pêk bîne.
Piştî lidarxistina konferansa duyemîn di meha Hezîranê de û rêzebiryarên rêxistinî, civakî û aborî û bi armanca pêkanîna qezencê û piştgiriya jinan di warê aborî de, Kongreya Star projeyên nû li taxa Şêxmeqsûdê vekirin.
Rêzek ji projeyên aborî ku kongreyê pêşkêş kirine, bi rêya peydakirina karker û kesên xwedî tecrube, madeyên destpêkê û hêsankirina teşwîqkirinê li sûkan bi cih anî. Ji van projeyan kargeha çêkirina madeyên paqijiyê bi navê Kulîlka Çiya hate vekirin. Li kargehê 3 karkerên jin dixebitin.
Têkildarî mijarê karkera bi navê Nêrmîn Zênel diyar kir ku kargeh beriya çend hefteyan hatiye vekirin û xwestekên dikanan yên madeyên paqijiyê bi cih tîne.
Komîteya Aborî dikana şêraniyê ku tê de 8 karker dixebtin, vekir. Di dikanê de gelek cureyên şêraniyên navdar yên Sûriyê tên çêkirin.
Girêdayî mijarê karkera bi navê Orîvan Mihemed ku li dikana şîraniyê dixebite, wiha axivî: “Ev kar, hişt ku ez xwe bi pêş bixim. Ez bi hêvî me ku Kongreya Star projeyên bi vî rengî berfireh bike, da ku tax vegere mîna beriya şer.”
Têkildarî mijarê endama rêveber a Kongreya Star Nehla Mistefa wiha got: “Piştî lidarketina konferansê, gelek biryar hatin girtin û plansaziyek aborî ku rola jinan xurt dike hate derxistin. Ji ber ku jin bingeha civakê ye. Armanc jê, ji nû ve vejandina aboriya taxê ye.”
Nehla wiha got: “Jinên taxa Şêxmeqsûdê ji aliyê aborî ve û di encama şerên ku rû dane de zehmetî kişandine. Îro gelek proje ji bo bilindkirin û pêşxistina aboriya jinan hatine pêşkêşkirin.”
Ji bo temamkirina plansaziya ku hatiye danîn, Komîteya Aborî ji bo vekirina du şaxên din ji bo firotina alavên paqijiyê dixebite. Her wiha xebatên vekirina xwaringeha xwarinên gelêrî yên kurdî û dikanek ji bo firotina rîs û çêkirina cilên rîs were vekirin…ANHA