Rojnameya Ronahî

Divê jin zêdetir xwe bi rêxistin bikin

Hevseroka Meclisa Rêveber a TEV-DEM’ê Zelal Ceger li Kampa Serdem a Şehbayê tevlî civîneke ku bi dehan jin lê amade bûn, bû û rewşa siyasî ya herêmê û Sûriyê nirxand. Zelal diyar kir ku hêzên derve hê zêdetir aloziya Sûriyê kûr dikin û da zanîn ku divê jin xwe ji bo berxwedan û têkoşînê amade bikin û xwe hê zêde birêxistin bikin.

Hevseroka Meclisa Rêveber a TEV-DEM’ê Zelal Ceger diyar kir ku şerên li herêmê rû didin, şerên kapîtalîzmê ne û bang li jinan kir li dijî van şeran xwe bêtir birêxistin bikin.
Bi armanca nirxandina pêşveçûnên dawî û rola jinan di rêxistinkirina civakê de, Hevseroka Meclisa Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Ceger civînek ji jinên Kampa Berxwedan re li dar xist. Bi dehan jin tev li civînê bûn.
Zelal Cîger di civînê de behsa pêveçûnên siyasî yên li Sûriyê şerê tinekirina DAIŞ‘ê kir. Zelal Ceger anî ziman ku bi dawîbûna DAIŞ‘ê wê herêm derbasî qonaxeke nû bibe.
Zelal destnîşan kir ku hêzên herêmî û cîhanî yên ku mudexeleya karûbarên Sûriyê kirin aloziya Sûriyê çareser nakin, lê belê ji bo berjewendiyên xwe tevdigerin. Zelal destnîşan kir ku hemû şerên li herêmê rû didin şerên kapîtalîzmê ne. Ev hêzanan şerê fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin.
Zelal diyar kir ku Rûsya û Amerîkayê tevî nakokî û dijminahiyên xwe, lê nûnertiya heman pergalî dikin. Her du hêz jî gelê herêmê ji bo bidestxistina berjewendiyên aborî bi kar tînin.
Zelal wiha dewamkir: “Di nav vê rewşê de divê welatî li ser bingeha Şerê Gel yê Şoreşgerî xwe birêxistin bikin. Ji ber ku siyasetên şerê taybet destpêkê civakê dike hedef. Ji lewre eger gel azadiya xwe dixwaze divê xwe hertim ji têkoşînê re û bi hemû şêwazan amade bike.”
Hevseroka Meclîsa Rêveber a TEV-DEM’ê Zelal Ceger di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di Berxwedana Serdemê de asta hêz û vîna jina Efrînê hat dîtin. Niha jî berxwedana xwe li Şehbayê didomîne, ji ber ku xwe baş bi rêxistin kiriye. Şoreşa Rojava bi Şoreşa Jinê hate naskirin, ji lew re divê îro hemû jin di nav van şert û mercan de ji bo berxwedan û têkoşînê amade bin.”…ANHA